Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengalê bi biryarên girîng ve bi dawî bû
Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengal a ku ji serê vê sibehê ve bigotûbêj û biryarnameyên girîng destpê kir, bi girtina biryar û derxistina meclîsa ciwanan ve bi dawî bû.
Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengal a ku ji serê vê sibehê ve bigotûbêj û biryarnameyên girîng destpê kir, bi girtina biryar û derxistina meclîsa ciwanan ve bi dawî bû.
Kongreya Meclîsa Ciwanên Şengal a ku ji serê vê sibehê ve bigotûbêj û biryarnameyên girîng destpê kir, bi biryaran û derxistina 28 ciwanan ji bo û derxistina sembola ciwanên Şengalê bi dawî bû.
Ciwanên ku ji bo meclîsê derketin wê li xetên girêdayî Şengalê weke Borik, Sinûn, Kersê, Qampa Newroz û navenda Şengalê xebatên ciwanan bidin meşandin.
Biryarên ku di kongireya Ciwanan de derketî wiha ne:
Biryarên di derbarê RêberApo de;
1- Ciwanên Êzîdî yên Şengal dawî anîna esareta Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan datîne pêşiya navenda hemû xebatên xwe.
2- Ji bo xala yekmîn pêk were,hewl dide ku bi her cure çalakiyan ve bibe bersiv.
Di derbarê çalakiyan de
1- Nasnameya ciwanên azad û çalakger derdixe pêş û li dijî hişmendiya jerontokrasî ya ku ciwanan piçûk dixe, vîna wan destser dike û bikartîne ,têdikoşe.
2- Li dijî dagirkirina welat û Êzîdxana pîroz her cure çalakiyan pêş dixe weke pirotesto daxuyaniya îmzeyan û her weke din.
3- Li dijî pilotîkayên bijaftina çandî û qirkirinê, çalakiyên demokratîk yên cûr be cûr pêş dixe.
4- Li hemberî çanda destavêtin ,fihûş, haşhaş û h.w.d, têkoşîn dike û çalakiyên bi bandor lidar dixe.
5- Pêşengitiyê ji hemû çalakiyên li Şengalê bê lidarxistin re dike.
Di derbarê perwerdê de
1- Xwendina hemû parêznameyên Rêber Apo esas digre.
2- Perwerdekrina civakê bingeha kar û xebatên xwe ,taybet a ciwana ne.
3- Li ser vî esasî avakrina vekirina akademiyên ciwanên Êzîdî ji bo xwe dike hedef.
4- Perwerdeyên xwe bi awayekî xweser û giştî dimeşîne.
5- Avakirina pirtûkxaneyeke ji xwe re dike hedef.
6- Ji bo pêşxistina wêjeya derbarê civaka Êzîdiyan kar dike.
7- Hewildanên ji bo lêkolînkirina dîroka Êzîdiyan.
Di derbarê rêxistinbûyînê de
1- Her komîteyek li gorî pêwîstiyên kar û xebatên xwe,komînan ava bike.
2- Bi perspektîva 2`mîn a konferansa ciwanên Êzîdî yên Şengal komîteyên pêwîst (xwendekaran ,ragihandin ,perwerde , çand û huner,werzîş h.w.d) ava dike.
3- Di nava karkerên xortên diçin dervayî Şengalê de ,rêxistinbûyînê dike hedef
4- Ji bo yekîtiya ciwanên Kurdistin û Rojhilata Navîn yekkirina ciwanên Êzîdî di qada netewî û navnetewî de armanc dike.
5- Di nava Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê nûnerên xwe dibine û di warê rêxistinî pêşengtî dike.
Di derbarê jinên ciwan de
1- Ji bo avakrin û mezinkrina jinên ciwan, weke xweseriya jinên ciwan xwe tevger dikin.
2- Li dijî hişmendiya zilamê desthilatdar û destdirêjiya li ser jinên ciwan ên Êzidî tê kirin, têkoşîn meşandin.
Di derbarê parastina cewherî de
1- Li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ û her şêwazê êrîşên li ser civaka xwe di çarçoveya parastina cewherî de birêxistin dike û têkoşînekî aktîv dimeşîne.
2- Ciwanên parêzvanên Êzîdxanê ne .Ji bo vê jî parastina rewa ya aktîv, bûyîna weke rola xwe ya sereke bibîne.
3- Ciwan ji bo mezinkirina YBŞ’ê
Di derbarê Ragihandinê de
1-Bi rêya ragihandinê hewldan û têkoşîn ji bo qebûlkirina ola Êzîdiyê û mafên wan ên xwebirêvekrinê û xweparastinan li ser çar parçeyên Kurdistan û dervayî Kurdistan dike hedef.
2-Ji bo ronîkirina civak û raya giştî derbarê hemû fermanên bi rêgezên ragihandinê kar dike.
3-Hevgirtina ciwanên Êzîdî yên Ewropa ku di beşên ragihandinê de kar dikin divê di Çira TV de bixebitin.
Di derbarên xalên giştî de
1- Ji bo gelê me yên ku piştî fermanê koçberbûyî û li her çar parçeyên Kurdistan û Ewropa belavbûyî yên vegerandina ser xaka xwe mîna karek sereke dibine û ji bo vî armancê kar dike.
2- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê modela xweseriya demokratîk ji bo xwe pergala herî rast dibine û avakrina wê armanc dike.
3- Pirsgirêkên civakî netewî çandî û zayendî li ser bingehê paradîkmaya demokratîk-ekolojik û azadiya jinê di çareserkirina van pirsgirêkên rolekî piştgirî armanc dike.
4- Pêşxistina têkoşîna civakî taybetmendiyên ciwanan di hemû qadên civakî de rêxistin derexistina pêş dike armanc.
5- Ji bo tunekirina xeta îxanetê ya dîrokî ya ku dagirkeran li ser Kurdan pêk tîne û bûye sedemê fermanê, pêwîste tekoşînekî bê hempa bê meşandin.
Kongreya ciwanan bi sînevîzyonekî li ser ciwanan û bi dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Şehîd Namirin' bi dawî bû.