Kongra-Gel sala nû pîroz kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL sala nû li Rêber Apo, çar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd ê li derveyî welat û û li hemû têkoşer û berxwedêran pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi daxuyaniyeke nivîskî sala nû li Rêber Apo, çar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd ê li derveyî welat û û li hemû têkoşer û berxwedêran pîroz kir.

Di daxuyaniya Kongra-Gel de ev tişt hate diyarkirin:

“Sala nû di destpêkê de li Rêber Apo re, li her çar parçeyên Kurdistanê û yên derveyî welat, hevalên di hemû çeperan de gel û welatên xwe diparêzin re pîroz be.

Sala 2019’an, ji bo gelên Kurdistanê saleke bi berxwedanên mezin, bi fedekarî û bi qehremaniyan derbas bû. Sala 2019’an, ji bo tecrîta li ser Rêber Apo rabe, bi berxwedanên zindanan dest pê kir. Berxwedaneke bê emsal bû. Bi tevlêbûna hezaran, bi belavbûna welat û derveyî welat û bi berdewamiya 200 rojan û şehadeta 9 hevalên fedayî, ev çalaki di hemû cîhanê de deng da û gihişt armanca xwe. Bi Rêber Apo re hevdîtin çêbû. Peyamên Rêber Apo ji bo gelê me û gelên Rojhilata Navîn hêvî û baweriyeke mezin çêkir. Bi vê wesîleyê em şehîdên vê çalakiyê bi rêzgirtin bi bîr tînin.

Grevên birçîbûnê û pêşketinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandoreke mezin li ser hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê çêkir. Di hilbijartinan de desthilatdariya faşist a AKP’ê derbeyeke mezin xwar. Gelê Kurdistanê di van hilbijartinan de risteke girîng leyist.

Encamên hilbijartinê hikumata faşîst tirsand, êrîşên li ser hemû gelê Kurdistanê firehtir û girantir kir. Ji bo berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, bi tifaqa Trûmp, Erdogan û Pûtin 9’ê Cotmehê di roja salvegera komploya navdewletî de êrîşeke berfireh dan destpêkirin.

Gor konsepta Trump-Erdogan-Putin, dewleta Tirk û çeteyên wan, di demeke kurt de yê Rojava dagir bikirina. Trump digot teyareyên Rojava nîne nikarin zêde li ber xwe bidin. Lê belê him berxwedana Serêkaniyê, him xwedîderketina gelên Kurdistanê, him jî piştgiriya li cîhanê, planên wana serûbin kir. Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kete rojeva hemû cîhanê û di wîjdana mirovahiyê de cîh girt. Eva zexteke mezin li ser îttîfaqa Trump-Erdogan-Putîn çêkir. Ev piştgiriya li cîhanê pêk hat, ji bo gelên Kurdistanê destkefta herî mezin a sala 2019’an e û ji bo gelê me pir stratejîk e. Pêwîst e em viya hê jî mezintir bikin.

Bi paradigmaya Rêber Apo têkoşîna gelên Kurdistanê diyar kir ku êdî gelên Kurdistanê di cîhanê de tenê nîne. Em dikarin bejin ku ev têkçûna Peymana Lozanê ye, yanî têkçûna konsepta komkujiya siyasî ya li ser gelên Kurdistanê ye. Ji bo dewletên dagirker encama herî giran ew e ku tekoşîna gelên Kurdistanê ji tixûbên Kurdistanê derket û li hemû cîhanê belav bû, li cîhanê gihişt xwedîderketineke pir bi hêz. Êdî dewletên dagirker bi îttîfaqên xwe yên dijî Kurd, nikarin pêş azadiya gelên Kurdistanê bigirin. Tirs û hawarên Erdogan jî ji ber vê yekê ye.

Di sala 2019’an de berxwedana gelên Kurdistanê gihişt asteke herî jor. Bi taybetî jî di dema berxwedana Serêkaniyê de gelê me yê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û gelê me yê derveyî welat helwesteke pir bi hêz pêş xistin. Hemû bajarên Rojhilat rabûn ser pêyan. Bi pêşengtiya rewşenbîr û hunermendên Başûr li hemberî kel û pelên dewleta Tirk kampanya boykotê hat destpêkirin û eva hê jî berdewam e. Ev helwesta gelê me, wê di avakirina yekîtiya neteweyî de risteke pir girîng bileyîze. Bi vê wesîleyê, em hunermend û rewşenbîrên pêşengtiya vê kampanyayê kirin, bi dil û can pîroz dikin.

Di pêvajoya berxwedana Serêkaniyê de gelê Bakurê Kurdistanê bêdeng ma, ev yek lawaziyeke mezin e. Bakurê Kurdistanê her tim bûye navenda şoreşê. Zexta dewleta faşîst a Tirk di her çi astê de bibe jî, tekane bilindkirina berxwedanê ye. Pêwîst e di sala 2020’an de gelê Bakur, li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê berxwedana xwe bilind bike. Dewleta faşist hemû şaredarî bi qeyyûman dagir kir. Yê hewl bide ku bi giştî gelê Kurdistanê û hêzên demokrat yên Tirkiyê bêdeng bike. Lê belê wek tevger û gel em dikarin di sala 2020’an de bi bilindkirina berxwedanê, siyaseta dewleta faşist têk bibin. Aloziya Tirkiyê a hundur û derve her diçe wê girantir bibe. Şert û mercên têkçûna faşîzmê heye, pêwîst e gelên Kurdistanê vê derfeta dîrokî baş kar bînin.

Dewleta faşist a Tirk bi êrîşên xwe dixwaze pergela netewa demokratik a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, têk bibe û li ser vî esasî îttîfaqa gelên Kurd, Ereb, Asûr, Suryanî dawî bîne. Lê belê negêhîşte armanca xwe. Li hemberî êrişên dewleta Tirk, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îttîfaqa xwe xurttir kirin. Ev yek ji bo paşeroja gelên herêmê hêviyeke mezin e.

Sala 2020’di Rojhilata navîn de sala şer û pevçûnê ye. Çar dewletên dagirkerên Kurdistanê de aloziya siyasî, aborî, civakî wê zêdetir kûr bibe. Di vê sala nû de pêwîstiya gelê Kurd ya herî mezin, li hemberî dagirkeran yekîtiya neteweyî ye. Di sala 2020’an de pêwîst e bi pêşengtiya rêxistinên civakî, rewşenbîr û hunermendan xebata yekîtiya neteweyî li ser partiyên siyasî bête ferzkirin. Li ser vî esasî wê sala 2020’an bibe sala yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê.

Em bi vê hêvî û baweriyê sala 2020’an li gelên Kurdistanê û ji bo hemû mirovahiya pêşketî pîroz dikin, di bilindkirina tekoşîna azadî û demokrasiyê de serkeftinê ji wan re dixwazin.”