KONGRA-GEL: Ji bo serfiraziya Efrînê em Newrozê werin cem hev!

KONGRA-GEL Newroz pîroz kir, ji bo berxwedana Efrînê bi serfiraziyê were tacîdarkirin bang li gel kir ku biherike qadan.

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL îro bi daxuyaniyeke nivîskî Newroz pîroz kir.
Peyamana KONGRA-GEL wiha ye:

‘’Newroza 2018’an di serî de li Rêber Apo û gelê Efrînê ku berxwedaniyê dide û li şervanên azadiyê, li hemû gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û li hemû hevrêyan pîroz be.

Em bi wesîleya cejna Newrozê şehîdên Newrozê ku Newroz gihandin rihê azadî û berxwedanê û wateya wê ya rastî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Li ser zemîna dilsoziya bi şehîdan, son dixwin ji bo ku Newrozê li Kurdistana azad, li gel Rêber Apo pîroz bikin em ê ti astengê nas nekin.
Agirê Newrozê yê ku ‘Gelê Newrozê’ ku li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê û demokrasiye re dike, cara pêşî heval Mezlûm Dogan pêxist. Bi vî agirî re, ku her roja çûyî geştir bû, gelên Kurdistanê niha agirê azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn geş dike.

 ‘EM DEWLETA TIRK Û YÊN BÊDENG ŞERMEZAR DIKIN’
Dewleta Tirk a faşîst û dîkator Erdoğan ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê û demokrasiye ya ku bi agirê Newrozê geş bûyî asteng bike li Efrînê bi qirkirinê paqijiya etnik dike. Çi tiştên li gorî hiqûqa şer û mirovahiyê qedexe bi rengekî hovane dike. Em dewleta Tirk ku elektrîkê û av ji ser gel dibire, gelê sivîl dikuje, nexwşexaneyan bombe dike û dewletên ku bi bêdengiyê vê hovîtiyê dipejirînin, saziyên navnetewî bi tundî şermezar dikin.’’

 ‘EFRÎNÊ NÎŞAN DA KU TÊK NAÇE’
Li gel vê jî, bi têkoşîna ku nêzî du mehan gelê Efrînê û yekîneyên parastina gel bi berxwdaniyeke bêmînak nîşan dan ku dewleta Tirk wê negihije armanca xwe, wê ti caran nikaribe vîna berxwedanê ya gelê Efrînê bişikîne û berxwedana Efrînê wê bibe destpêka hilweşîna faşîzma dewletî ya Tirk.

Gelên me yên li Kurdistanê, Rohilata Navîn û cihanê, dostê me li ser zemîna geşkirina berxwedana Efînê û serfirazkirina vê, divê cejna Newrozê veguherînin pêvajoyeke pêngavî. Bi dirûşma, ‘’her der Efrîn, her der berxwedan serferber bibin.’’

Têkoşîna gelê me û dostên me ji hêla raya giştî ve desteka ku distîne zêde dibe. Welatên ku li bara komkujiyên li Efrînê bêdeng in û Erdoğan ê faşîst ji tirsa vê rewşê dixwaze bi bayê bezê encamê bistîne. Lê ti sûda tirsê ji mirinê re nîn e, faşizm wê têk biçe û gelên me bi ser bikevin.

‘JI BO SERFIRAZIYÊ EM BIÇIN NEWROZÊ’
Bi agirê ronak ê Newroza pîroz ku sembola azadî û berxwedanê ye, ji bo ku em faşîzmê û taritiya wê têk bibin, em hemû qad, kuçe, meydan, gund û taxan bikin qada berxwedanê ya Newrozê. Li ser vê zemînê em berxwedana Efrînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.’’