KONGRA-GEL ji bo meşa li Parîsê banga tevlîbûnê kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo meşa 7'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir û got, "Ji bo faşîzma dewleta Tirk şermezar bikin û ji hikukmeta Fransayê bixwazin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, em li Parîsê bibin dengê xurt ê şehîdan."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û got, "Di salvegera 10'an a şehadeta wan de em hevalên Sara (Sakîne), Rojbîn (Fîdan) û Ronahî (Leyla) bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku rejîma Erdogan a faşîst hilweşînin û bersivê bidin bîranîna wan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Ji faşîzma dewleta Tirk heye ku bi qetilkirina kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd, ku hêza pêşeng a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, karibin tevgera me lawaz bike. Bi vê armancê di komkujiya Parîsê ya 2'yemîn de Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara) û Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li gel wê bûn qetil kirin.

Tevî ku bi gelek delîlan hate piştrastkirin ku Komkujiya Parîsê ya 1'mîn ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin, plansazên komkujiyê nehatin eşkerekirin. Ev yek bû bingeh ji bo Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn.

Hikumeta Erdogan a faşîst di dema pêşwazîkirin û veşartina cenazeyên Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil de êrîşî gel kir, bi her cûreyî tundî kir û bi şênberî nîşan da ku hêza plansazê vê komkujiyê ye.

Gelê me hem li Silêmaniyeyê Evîn Goyî hem jî li Mûş û Qersê Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil pêşwazî kir. Em vê helwesta gelê xwe ya xwedîderketinê bi rêzdarî silav dikin. Gelê me bi xwedîderketina li şehîdên xwe bersiva pêwîst da dewleta faşîst.

Sibe yanî 7'ê Çileyê ji ber salvegera 10'emîn a şehadeta hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî, wê li Parîsê meş û mîtîngek bê lidarxistin û herdu komkujiyên li Parîsê bêne şermezarkirin. Wê ji hikumeta Fransayê bê xistin ku gladyoya Tirk a ku komkujî kiriye, eşkere bike.

Lewma peyama ku gelê me û dostên me sibe li Parîsê bide divê gelekî xurt be. Ji bo komkujiya ku gladyoya dewleta Tirk li navenda Parîsê pêşengên gelê me qetil kir bê şermezarkirin û bê xwestin ku failên rastî bêne eşkerekirin, divê gelê me û dostên me sibe li Parîsê bin.

Ji bo faşîzma dewleta Tirk şermezar bikin û ji hikukmeta Fransayê bixwazin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne, em li Parîsê bibin dengê xurt ê şehîdan."