KONGRA GEL: Dostê mezlûman Essa Moosa jiyana xwe ji dest da

Hevserokatiya KONGRA GEL, ji ber wefata Essa Moosa, ku îro jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyama KONGRA GEL de hat gotin, "Em gelekî xemgîn in, ji ber ku yek ji kadroyên pêşeng ê Şoreşa Afrîka Başûr, parêzvanê hiqûq û mafê bindestan û hemû gelan, dostê ji dil ê gelên Kurdistanê Essa Moosa jiyana xwe ji dest daye. Mirovahiya pêşverû, nirxekî xwe yê hêja ji dest da. Êşa me mezin e."

Di peyama Hevserokatiya KONGRA GEL de wiha hat gotin:

"Em sersaxiyê ji malbata wî, gelê Afrîka Başûr, Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) ku kedeke wî ya mezin di nav de heye, gelên Kurdistanê û 'malbata mirovahiya pêşverû' dixwazin.

Essa Moosa heta dawiya emrê xwe, li dijî nîjadperestî û cihêkariyê têkoşiya. Li Afrîka Başûr, li dijî rejîma Apartheîd a nîjadperest, tevî Nelson Mandela têkoşiya. Weke parêzerê wî, Mandela li rûniştinên dadgehê parast. Di heman demê de weke parêzvanekî mafên mirovan, bû parêzvan û hevrêyê hemû gelên bindest ên mafên wan tên binpêkirin.

Di heman demê de cihê xwe li cem gelên Kurdistanê yên ji bo demokrasî û azadiyê bi rengekî destanî têdikoşin, girt. Û di dilê gelê me de bi cih bû. Koma dostaniyê ya gelê Afrîka Başûr û gelên Kurdistanê ava kir û weke serokê vê komê gelek karên serketî meşand.

Ji bo azadiya Rêber Apo gelekî xebitî. Weke dadgerekî xwedî tecrûbe yê naskirî, li platformên navneteweyî, li gelek çalakiyan Rêber Apo û Têkoşîna Azadiyê parast. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Însiyatîfa Aştiyê ya Navneteweyî ava kir. Li ser navê vê însiyatîfê, ji bo serdana Rêber Apo li Îmraliyê bike gelek caran serî li Wezareta Edaletê ya Tirk da. Bi heyetan re çû Tirkiyeyê.

Tevî heyetên cuda, gelek caran serdana Kurdistanê kir. Zilma li gelê me tê kirin, li cih şopand. Di heman demê de weke şahidekî têkoşîna destanî ya gelê me, têkiliya xwe ya bi gelê me re timî xurt kir.

Weke gelên Kurdistanê û Têkoşîna AzadiYê, em ê ti carî dostê xwe yê hêja û hevrêyê xwe Essa Moosa ji bîr nekin. Bi bîranîna wî, em ê xewn û xeyalên wî bi cih bînin.

Em careke din ji malbata wî, gelên Afrîka Başûr û Kurdistanê, heval û hogirên wî û hemû hemû dostên Essa Moosa yên li ser rûyê erdê re sersaxiyê dixwazin. Êşa wan êşa me ye."