KONGRA-GEL: Bila cejn bibe wesîleya yekîtî û piştevaniyê

KONGRA-GEL Cejna Qurbanê pîroz kir û bang li gel kir ku li dijî dagirkeriyê seferber bibe.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand.

Peyama KONGRA-GEL wiha ye:

"Em Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û Alema Îslamê pîroz dikin. Di serî de li Rêber Apo, li hemû girtiyên azadiyê yên li zindanan û gerîlayên li çeperan li ber xwe didin cejnê pîroz dikin. Bi wesîleya cejnê şehîdên xwe hemûyan careke din bi minet bi bîr tînin.

Divê gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê di rojên cejnê de piştgiriyê bi malbatên şehîdan re bikin, serdana goristanên şehîdan û malbatên şehîdan bikin. Li dijî mêtingerî û xiyanetê divê cejn bibe wesîleya xwedîderketina li nirxên manewî yên civakî û neteweyî yên gelê me.

'DESTHILATDAR NÎŞAN DIDE KU DIJMINÊ OL E'

Daxwaza me ya bingehîn ew e ku cejn tevkariyê li pêşketina demokrasî, piştevanî û aştiya navbera gelan bike. Lê belê gelê me Cejna Qurbanê di bin êrîşa rejîma dewleta AKP-MHP'ê ya faşîst pêşwazî dike. AKP-MHP bi siyaseta xwe ya ol a sexte û jirêderketî dixwaze ziman, nasname, çanda gelê me înkar bike, nirxên me yên civakî û neteweyî tune bike û bi vî rengî encamê bi dest bixe.

AKP-MHP ku Bakurê Kurdistanê veguherandiye zindanê, bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, bi polîtîkaya xwe ya dagirkerî û êrîşê ku dixwaze di rojên cejnê de statuya Rojava ji holê rake, nîşan dide ku çiqasî dijminê Kurdan e, çiqasî dijminê mirovahiyê û olê ye.

Lê belê tevî van hemûyan jî faşîzma AKP-MHP'ê di polîtîkaya xwe de bi ser neketiye. Her gava ku li ser bingeha dijminatiya li Kurdan tê avêtin, hilweşîna faşîzmê bêhtir bi lez dike. Divê gelê me vê rastiyê bibîne û ji her demê bêhtir yekîtî û piştevaniya xwe xurt bike, li dijî mêtingerî û xiyanetê bi hêza xwe bi ser bikeve û bi vî rengî têbikoşe.

'DIVÊ GELÊ ME SEFERBER BIBE'

Di vê demê de ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojevê de ye, divê gelê me bi ruhê Kobanê seferber bibe. Gelê me yê li welat û derveyî welat û dostên me, li dijî NATO ya ku piştgiriyê dide polîtîkaya qirkirina Kurdan û bi rola sê meymûnan tevdigere, bibin dengê gelê me û ji bo afirandina raya giştî bi bandor tevbigerin.

Êdî ne gelê Kurd ew Kurdên berê ye, ne jî cîhan a berê ye. Sîstema ku hêzên serwer sed sal in li ser Kurd û Kurdistanê ava kirine êdî têk diçe. Îradeya Kurd ên azad li Rojhilata Navîn bûye gelê diyarker ê berxwedêr li Rojhilata Navîn. Di heman demê de dostên 'Kurd ên azad' li her aliyên cîhanê rêxistinbûyî û berxwedêr in.

Em bi taybetî bang li gelê xwe û dostên xwe yên li derveyî welat dikin; Li dijî polîtîkayên NATO'yê ku hevkarê qirkirina Kurdan e, em bi deng û çalakiyên xwe bi bandor bin. Di mijara qirikrina Kurdan e ji bo şikandina bêdengiyê û pêkhatina pêvajoyeke çareseriyê divê hem bi bandoreke hîn xurt tevbigerin.

Li ser vê bingehê em Cejna Qurbanê careke din li gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku serdanên cejnê bibin wesîleya yekîtî û piştevaniyê."