KONGRA GEL: Berxwedana Efrînê diyariya 8'ê Adarê ye

KONGRA GEL 8'ê Adarê pîroz kir û got, "Têkoşîna azadiya jinê ya ku Rêber Apo afirandî, destanê dinivîsîne." KONGRA GEL diyar kir, berxwedana Efrînê diyariya 8'ê Adarê ye û ji bo Efrînê banga seferberiyê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Komalên Jinên Kurdistanê, PJAK, YJA Star, YPJ, YJŞ, berxwedêrên jin ên li Efrînê, li hemû jinan û mirovahiyê hate pîrozkirin.

Bi wesîleya 8'ê Adarê afirînerê bîrdoziya rizgariya jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezkirin û rêzdarî hate silavkirin.

'PROJEYA RÊBER APO DESTANÊ DINIVÎSÎNE'

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê re digot 'projeya min a destanî ye' îro li tevahiya cîhanê destanan dinivîsîne û pêşengiyê ji Federasyona Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê re dike ku şoreşa sedsalê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û hate gotin, "Li her cihê têkoşîna jiyana demokratîk û azad ku jin lê çalak in, bi taybetî li kantona Efrînê, ked û renga jinê li pêş çav e.

Ji ber vê yekê, Kantona Efrînê ne tenê ji bo gelên Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêkên hemû gelên herêmê kantoneke mînak e ku rê li ber pêşketina civakî ya demokratîk vekiriye. Kantona Efrînê bi qasî nifûsa xwe mirovên ji ber şerê li Sûriyeyê reviyane vehewandiye. Bûye cihekî mîna ku li ser bingeha hişmendiya azadiya jinê û neteweya demokratîk jiyana civakî hatiye birêxistinkirin."

'ÊRÎŞÎ PÊŞENGIYA JINÊ YA LI EFRÎNÊ DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji armancên bingehîn ên armanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, tinekirina sîstema civakî demokratîk a pirreng e ku bi pêşengiya jinê ava bûye û hate gotin, "Faşîzma dewleta Tirk a ku ji hilweşandina sîstema xwe ya dîktatoriya tekparêz ditirse, bi desteka Rûsyayê ev 47 roj in êrîşî Efrînê dike, mirovên sivîl dikuje, gund û bajaran hildiweşîne û dagir dike.

Xewn û xeyala tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî-Ergenekon ew e ku li cihên Efrînê yên dagir kirine hevkarên xwe; çeteyên DAÎŞ û El Nûsrayê bi cih bike û pêşî li şoreşa civaka demokratîk ekolojîk û azadîparêziya jinê bigirin.

'BERXWEDANA EFRÎNÊ DIYARIYA 8'Ê ADARÊ YE'

Berxwedana destanî ya ku bi pêşengiya jinê li Efrînê tê kirin, ji niha ve destekeke mezin ji raya giştî ya cîhanê girtiye. Berxwedana Efrînê serketina têkoşîna azadiya jinê ye û diyariya 8'ê Adarê ya ji bo hemû jinên cîhanê ye.

Weke ku Tevgera Azadiya Jinê eşkere kir, çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê wê li ser bingeha xwedîderketina li Efrînê bên kirin. Ji bo geşkirina berxwedana Efrînê ku bi pêşengiya jinan tê kirin, ji bo serxistina berxwedanê divê her kes seferber bibe.

Azadiya Efrînê azadiya jinê ye. Azadiya jinê azadiya gelên me ye û azadiya hemû mirovahiyê ye. Divê her kes bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Efrînê seferber bibe."