KONGRA GEL: 2017 wê bibe sala berxwedan û azadiyê
Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Di sala 2017'an de em ê faşîzma dewleta Tirk têk bibin û hem ji bo gelên xwe, hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê serdemeke nû ya dîrokî bidin destpêkirin."
Hevserokatiya KONGRA GEL got, "Di sala 2017'an de em ê faşîzma dewleta Tirk têk bibin û hem ji bo gelên xwe, hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê serdemeke nû ya dîrokî bidin destpêkirin."
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û sala nû pîroz kir.
Di peyamê de hat gotin, "Sala 2016'an ji aliyekî ve, di çarçoveya plana têkbirinê ya dewleta Tirk de bû sala şerê topyekûn, li aliyê din jî ji aliyê gelê me ve li dijî vê planê bû sala berxwedana lehengî ya topyekûn. Di çarçoveya vê planê de ji destpêka salê heta dawiya wê, tecrîda li ser Rêber Apo hat şidandin û rîska li ser jiyana wî zêde bû."
Hevserokatiyê da xuyakirin, ku di sala 2016'an de faşîzma dewleta Tirk bi her şêweyên hovane xwest vîna berxwedêrên qadên xwerêveberiyê bişikîne û wiha dewam kir:
'ERDOGAN PERÎŞAN BÛ'
"Lê belê vîna berxwedanê ya berxwedêrên xwerêveberiyê di şexsê Mehmet Tûnç û Çiyageran de derket asta herî bilind û bû bingeh û hêza vîna serketinê.
Berxwedana xwerêveberiyê eşkere kir, ku barbariya Erdogan-AKP'ê û barbariya DAIŞ'ê yek e. Maskeya sexte ya Îslamê ya li ser rûyê wan xist xwarê, rûyê qirêj ê mêtîngeriyê nîşanî gelên me û raya giştî ya cîhanê da, ew rezîl kir û ji aliyê psîkolojîk û moralê ve Erdogan perîşan kir.
Tifaqa faşîst a Erdogan û Bahçelî, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya têkbirinê de, ku li dijî nirxên gelê Kurd dan destpêkirin, paralmenterên HDP'ê, Hevşaredarên DBP'yî, endamên her du partiyan û rojnamevan girt, rêxistinên civakî yên sivîl û çapemeniya Kurd qedexe kir. Ji wan hebû ku bi vî rengî dikarin vîna azadiyê ya gelê Kurd bişikînin, lê nebû, nekarîbûn.
Hikûmeta AKP'ê ku hişyariyên li ser 'hêza darbeyê' ku Rêber Apo timî bal dikişand ser, di sala 2016'an de bi darbeyeke neserketî re hevrû bû. Li dijî AKP'ê ya ku çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd qebûl nake, di çarçoveya mekanîka darbeyê ya nava sîstema dewleta Tirk de, dibe ku darbeyên nû werin kirin. Yekane rêya rizgariya ji vê yekê, li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd pêkanîna demokrasî û azadiyê ye. Lê tifaqa dewleta faşîst dûrî vê ye.
Dewleta Tirk bi gefên li Şengalê dixwe, bi êrîş û dagirkirina Şehba û El Babê re dixwaze bi rêya şovenîzmê krîza giran a navxweyî binixumîne. Lê belê ev yek nepêkan e. Hê bêhtir dide nava çirava Sûriyeyê û ketiye nava belayekî ku nikare bi hêsanî ji nav derkeve. Di sala 2017'an de wê berdêleke giran a van polîtîkayên xwe bide.
Bi polîtîkayên Erdogan û Bahçelî re ku xwe dispêrin dijminatiya li Kurdan, dewleta Tirk êdî ji rê derketiye. Hemû destketî û nirxên gelê Kurd weke xeteriya li dijî Tirkiyeyê dibîne û ji bo van ji holê rake serî li her rêbazên li derveyî mirovahiyê dide. Tevî van hemûyan jî nikarin bi ser bikevin û berevajî, dewlet gav bi gav tengav dibe.
Gotinên 'ji bo me meseleya man û nemanê ye', 'çi dikin bila bikin em ê serî netewînin' ku Erdogan li pêşberî raya giştî timî dubare dike, rewşa derûnî ya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê radixe pêş çavan û nîşan dide bê çiqasî tengav bûne.
Erdogan xwest bi plana têkbirinê gelê Kurd ê azadî, demokasî û aştîxwaz têk bibre. Lê ketiye rewşeke welê ku niha bi xwe dibêje ew ê li pêşberî têkoşîna azadiyê serî netewînin."
'KURD WÊ ÇARESERIYA XWE BI XWE PÊK BÎNIN'
Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin, ku nepêkane gelê Kurd zîhniyet û sîstema dewleta Tirk a mêtînger ku di polîtîkaya înkar û tinekirinê de israr dike qebûl bike û pê re bijî.
Di dewama peyama KONGRA GEL de hat gotin, "Ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê bi têkoşîneke hevpar a hemû dînamîkên antî-faşîst faşîzma dewletê ya bi temsîlkariya Erdogan-Bahçelî têk bibin û ji bo gelên me siberojeke nû ya demokratîk ava bikin, ya jî wê gelên Kurdistanê meşa xwe ya azadiyê xurtir bikin û çareseriya xwe bi xwe pêk bînin.
Şert û mercên serxistina vê yekê, ji her demê zêdetir in. Alîgirên azadî û demokrasiyê lazim e vê baş zanibin; asta ku têkoşîna azadiyê ya gelên me gihîştiyê, êdî asta guherîn û veguherîneke şoreşî ye. Ev yek wê tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê nemîne, wê bandorê li tevahiya herêmê bike.
Sedema êrîşa dijwar a faşîzma dewletê ew e, ku li pêşberî van gavên şoreşî tengav bûye. Bi xurtkirina têkoşînê re krîza siyasî û aborî wê kûrtir bibe û faşîzma Erdogan-Bahçelî serberjêr bibe. Bila kes ji vê gumanan neke. Ji ber vê yekê sala 2017'an wê bibe sala ku berxwedan gihîştiye asta herî bilind."
'EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN, JI BO MIROVAHIYÊ SERDEMEKE NÛ BIDIN DESTPÊKIRIN'
Di dawiya peyama KONGRA GEL de hat gotin, "Li ser bingeha; sala 2017'an ji bo azadiya Rêber Apo, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bibe sala aştî û demokrasiyê, em sala nû di serî de li Rêber Apo, hemû hevrêyên xwe yê li her qada jiyanê li ber xwe didin, li gelên Kurdistanê yên li her çar parçeyan û mirovahiya pêşverû pîroz dikin.
Di sala 2017'an de em ê faşîzma dewleta Tirk têk bibin, hem ji bo gelên xwe hem jî ji bo mirovahiyê serdemeke nû ya dîrokî bidin destpêkirin. Bi vê bîr û baweriyê em daxwaza serketinê ji gelên xwe yên berxwedêr û hemû hevrêyên xwe dikin."