Konferansa Lozanê bi dawî bû

Konferansa Lozanê ya bi armanca niqaşkirina sedsala bê ya Kurdan hat lidarxistin, bi dawî bû. Biryarên di encama nîqaşên di konferansa ku du rojan dewam kir de hatin girtin, wê sibe weke encamnameyekê bi raya giştî re bê parvekirin.

Konferansa bi navê "Di Sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Helwesta Gelên Kurdistanê" ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 100'emîn salvegera Lozanê organîze kir, bi dawî bû. Biryarên di encama nîqaşên di konferansa ku du rojan dewam kir de hatin girtin, wê sibe weke encamnameyekê bi raya giştî re bê parvekirin.     

Ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê 600 kes beşdarî konferansê bûn. Nûnerên partî û saziyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, gelek siyasetmedarên Kurd û nûnerên bawerî û gelên cuda yên li erdnîgariya Kurdistanê dijîn, beşdarî konferansa ku du rojan dom kir, bûn. Di konferansê de partiyên cuda yên siyasî yên Kurdistanî nêrîn û helwestên xwe yên der barê Peymana Lozanê de anîn ziman û li ser encamên peymanê yên li ser Kurdan û gelên herêmê nîqaş hatin kirin. Di çarçoveya encamnameyê de, nêrîn û pêşniyarên beşdarên konferansê hatin wergirtin.

Beşdarên ku axivîn, li ser siyaseta ku divê Kurd di sedsala nû de bimeşînin, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Konferansa ku bi nîqaş û pêşniyarên berfireh dewam kir, piştî xelatdayîna komîteya amadekar bi dawî bû.

Biryarên ku di çarçoveya pêşniyarên di konferansê de hatin girtin û nîqaşên hatin kirin, wê 24'ê Tîrmehê roja Duşemê saet di 10:00’an de li ber avahiya Château d'Ouchy di çarçoveya "Biryar û encamnameya Konferansê" de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re bê parvekirin.