Ji DEM Partiyê Konferansa Polîtîkayên Perwerdeyê

Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê li Enqereyê konferansa polîtîkayên perwerdeyê lidar xist.

Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê li otelek Enqereyê “Konfernasa Polîtîkayên Perwerdeyê” li dar xist. Hevseroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê Ayfer Koçak û rêveberên Navenda Giştî ya Egîtîm Senê û gelek akademîsyen tev li bûn.

Konferansê bi axaftinên Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya DEM Partiyê Samî Evren û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dest pê kir.

Samî Evren ewilî axivî û diyar kir ku perwedehî di sere meseleyên bingehîn ên Tirkiyeyê de tê û ew dikarin bi nîqaşan bigihîjin hilberîna çareseriyê. Evren da zanîn ku seranserî dîroka komarê nasname, çand û ziman û baweriyên cuda hatine înkarkirin û got ku ev pirsgirêka cihêkariyê di serdema AKP-MHP’ê de zêdetir bûye. Evren destnîşan kir ku heta ku feraseta “yek milet” û “yek mezheb” neye guhertin wê cihêkarî jî bidome.

Piştre Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pergala perwerdehiyê ti carî li gorî pêdiviyên civakê nebûye û wiha got: “Gelo îro guherînek heye? Belê, guhertineke mezin heye, lê mixabin ev guhertin li gor hewcedariyên civakê û temenê nîne. Di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de 9 wezîrên perwerdehiyê hatin guhertin û bi giştî ji du salan û nîv carek wezîrê perwerdehiyê diguhere. Her kesê ku hat pergala berê red kir û bi xwe pêvajo da destpêkirin. Di Wezareta Perwerdeyê de kadro girtin. Di vî warî de pergala perwerdehiyê veguheriye tabloya puzzle. Erdogan got, 'Em di warê perwerdeyê de ne serkeftî ne.' Ji ber ku guh nadin perwerdehiyê ne serkeftî ne. Ji ber ku armanceke wan nîne ku li vî welatî pergala perwerdehiyê li gorî hewcedariyên civakê pêş bixin.”

Koçyîgît diyar kir ku di xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn de perwerdehiya bi zimanên din ji bilî tirkî qedexe ye û wiha got: “Em dizanin ku bi milyonan zarok ji ber ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin û wek hev nînin, ji perwerdeyê qut bûne. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafek e, ne xêr e. Çi heyf e ku hîna jî perwerdeya bi zimanê dayikê nehatiye kirin. Bi milyonan zarokên kurd ên li vî welatî dijîn, her wiha zarokên gelên din, ji ber ku nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin, li derveyî pêvajoya perwerdeyê mane û mehkûmî têkçûnê ne. Em dizanin ku îhtirazên li ser Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ji ber van sedeman nehatine rakirin. Piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê kursên gelek saziyên ku bi kurdî weşanê dikirni û xebatên zimanê kurdî dikirin hatin girtin. Dersên bijarte yên kurdî di pratîkê de tên astengkirin, mamosteyên ku dersa kurdî didin nayên tayînkirin û bi tayînkirina salekê yek-du mamosteyan, pêvajo tê girtin. Em weke Partiya DEM'ê di nava xebatên me de ye ku ji bo vê feraseta perwerdehiyê ya yekperest hîn zêdetir têkoşînê mezin bikin û sîstemeke perwerdehiyê ya ku gel û bawerî tê de bikarin xwe bi azadî îfade bikin ava bikin."

Piştî axaftinên destpêkê rûniştinên konferansê hatin lidarxistin.