BI DÎMEN

Li Swêdê çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tûra keştiyê, li bajarên Helsingborg û Västerås'ê jî çalakiyên cuda lidar xistin.

Keştiya ku li qenalên Stockholmê derbas bû, ji aliyê bi hezaran kesî ve bi nîşaneyên serketinê û çepikan hate pêşwazîkirin.

Tûra keştiyê saet di 13:00 de ji Sulusenê destpê kir û çar saetan li derdora Stockholmê dewam kir. Di dema çalakiyê da xuyaniyek hate dayin û Kurdistaniyên beşdar panelek lidar xistin.

Hevseroka NCDK-Skandînavyayê Menîce Yîgît destnîşan kir ku komploya li hemberî Abdullah Ocalan divê bê teşhîrkirin û pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji Kurdistanê re' silav kir ku sala 2023'an destpê kir.

Her wiha ji bo şikandina tecrîdê bang li hikumeta Swêdê,  Konseya Ewropayê, CPT û saziyên din ên Ewropayê hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Hevserokên NCDK-Stockholmê Rûken Kûmtaş û Latîf Cebe jî ji bo çalakiyên 1 û 12'ê Cotmehê banga tevlîbûnê kirin.

Bi navê Enstîtuya Kurd Kamûran Hedî, ji Tevgera Başûr Nadya Kurdistanî jî axivîn û komplo şermezar kirin.

Heman rojê li bajarên Helsingborg û Västerås'ê ji bo teşhîkirina komployê û silavkirina pêngava azadiya Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.