Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2'yan de didome
Di roja duyan de ya Konferansê de gotebêj bi sernava, ''Di serdema modernîteya kapîtalîst de krîza Rojhilata Navîn û arîşeyên ku têne jiyîn'' didome.
Di roja duyan de ya Konferansê de gotebêj bi sernava, ''Di serdema modernîteya kapîtalîst de krîza Rojhilata Navîn û arîşeyên ku têne jiyîn'' didome.
Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn a 2'yan a li Kobanê di roja duyan de didome. Di konferansê de ya li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê ya bi dirûşmeya, ''Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve'' li gel delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê, bi tevlêbûna 300 delegeyên ku ji Sûriyê, Iraq, Urdun, Libnan, Filîstîn, Lîbya, Ermenîstan, Misir, Tirkiye, Tûnis, Yemen, Efrîkaya Bakur û Sûdanê hatine, didome.
Di roja duyan de konferans bi sernavê, ''Di serdema modernîteya demokratîk de, krîz û rûdanên li Rojhilata Navîn têne jiyîn'', bi sernavên ''jin û zayendîparêziya civakî, dînparêzî, milliyetgirî, dogmatîzm û jîneolojiyê'' axaftin hatin kirin.
Piştî nîvro wê tevgerên gel ên Rojhilata Navîn û têkoşînên wan ên azadiyê wê werin gotûbêjkirin.
Her wiha ciwanên Durzî ku ji Suweydayê hatin jî gihaştin Kobanê. Rejîma Sûriyê asteng kiribû ku ciwanên Durzî bigihin Kobanê.