Komxebata Kurdistanî: Divê mirov li HDP'ê xwedî derkeve

Komxebata Tifaqa Kurdistanî li dijî êrîş û gefxwarinên AKP-MHP'ê bang li Kurdan kir ku li HDP'ê xwedî derkevin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP'ê û gefxwarinên girtinê daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin HDP piranî bi dengên Kurdan li Meclîsa Tirk partiya mezin a sêyan  û hate gotin, ''Di rojevê de hiştina partiyeke ku temsîla ji 6 milyon zêdetir deng dike, ji peywirê standina şaredaran, bilez hewldana rakirina destnedana parlamenteran, Hevserokên partiyê jî di nav de, girtina bi hezaran rêvebrên navend, navçeyan, bi rengekî hişk binpêkirina rajoriya hiqûqê ye.''

Bi berdewamî li ser biryara siyasî ya li ser girtina HDP'ê an jî bêkêrkirina wan, her çendî hewl tê dayin ku kirasekî hiqûqê lê were kirin jî ji bo wan û çi kesê ji hiqûqê bawer dike, biryareke siyasî ye û bi vê helwesta siyasî, rawesta li ser polîtîkaya milîtarîst a li ser pirsa Kurd rêyeke girtî ye.

Komxebatê her got pirsên Kurdan hene, diyar kir  çareserî jî, ''divê siyasî, demokratîk û bi rêyên aştî be. Divê bi çarçoweya norm û peymanên navnetewî were çareserkirin. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Ev gavên dawî yên ku desthilat davêje ne ji hêla saziyên siyasî yên navnetewî ve, ne ji hêla Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ve, ne jî ji hêla welatên Yekîtiya Ewropay û saziyên wan ve nayên qebûlkirin.''

Di dawiyê de dozên wesayata siyasî yên li ser HDP'ê, rêveberên HDP'ê hate şermezakirin û hate gotin ,''Em bang li partî û hêzên ji demokrasiyê bawer ên Tirkiyê, gelê xwe dikin ku li dijî zextan li cem HDP'ê bin, xwedî li mafê mirovan, têkoşîna azadiyê, demokrasiyê û rajoriya hiqûqê derkevin.''