Komxebata 'Bêçekbûnê': Şert û mercên Abdullah Ocalan divê bêne başkirin
Weqfa Aştiyê piştî 'Komxebata Bêçekbûnê ya di Pirsgirêka Kurd de' ku 26'ê Nîsanê li Stenbolê hate lidarxistin, daxuyaniyek da.
Weqfa Aştiyê piştî 'Komxebata Bêçekbûnê ya di Pirsgirêka Kurd de' ku 26'ê Nîsanê li Stenbolê hate lidarxistin, daxuyaniyek da.
Di komxebatê de ku akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û nûnerên civakî yên sivîl tevlî bûn, başkirina şert û mercên Rêber Apo û avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê ji mijarên sereke bûn.
Di komxebatê de hate ragihandin ku ji bo avakirina aştiyê divê her beşên civakê bi berpiryariyê rabin. Beşdaran diyar kriin ku pêvajoya çareseriyê bêyî muxatab û danûstandinan nikare bi pêş ve biçe.
Hate ragihandin ku ji bo banga Rêber Apo ya pêkanîna kongreyê ya li PKK'ê kir bikeve meriyetê divê guhertinên siyasî û hiqûqî bêne kirin.
Di daxuyaniya têkildarî komxebatê de hate gotin, "Hate destnîşankirin ku divê şert û mercên Abdullah Ocalan bêne başkirin û bi rengekî çalak tevlî kongreya PKK'ê bibe. Hate ragihandin ku ev yek jî berpirsyariya hikumetê ye."
Ji bo pêkhatina aştiya civakî di mijarên mafên mirovan ên bingehîn de yên weke mafên mirovan, azadiya îfadeyê û berdana girtiyên nexwşe, nabe ku bazarî bê kirin.
Her wiha hate gotin, pêvajoya aştî û demokratîkbûnê nabe ku ji hev cuda bêne meşandin, divê bi hev re bêne birêvebirin.
Weke encam jî di komxebatê de hate destnîşankirin ku civakîbûna pêvajoya aştiyê û tevlîbûna gel a li pêvajoyê gelekî girîng e. Ji bo vê jî hate destnîşankirin ku hemû aktorên dikarin pêvajoyê bi pêş ve bibin divê bi berpirsyarî tevbigerin.