Komkujiya Meraşê li Strasboûrgê bi mîtîngekê wê were şermezarkirin

Di salvgera 39. a Komkujiya Meraşê we li Strasboûrgê ya Fransayê bi dirûşma ‘’Ji Meraşê ta bi Roboskiyê em ê komkujiyan ji bîr nekin’ wê mîtîngek pêk were.

Mîtînga ku bi pêşengiya Helkefta Meraşê pêk tê û gelek sazî destekê didinê, 16’ê Kanûnê saet 12.00’an li Place de la Boûrse Strasboûrgê pêk were.

Di daxuyaniya Helkefta Meraşê de hate gotin, ‘’Ji Komkujiya Meraşê ta ya Sêwaz, Çorum, Madimak, Gazî, Girtîgehan, Roboskî, Cizîr, Şirnexê hemû bi destê dewletê pêk hatine. Heman polîtîka hê jî bi rikdarî didome.

Kampa ku 2016’an li Meraş Terolarê hatî avakirin domdarkirina komkujiyê ya bi rengên dî ye. Beriya bi demeke kurt li Meletiyê malên Elewiyan hatin deqkirin, ev jî berdewamiya polîtîkayên qirker e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di komkujiya Meraşê de dewletê xwestiye ku Kurdan û Elewiyan tine bike û got, ‘’Em Kurd, Elewî û hêzÊn demokrasiyê, bi desteka gelên dinyayê biryardar in ku li dijî van polîtîkayên komkuj têbikoşin û van polîtîkayan mehkûm bikin. Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê nû, xwestina hesabê Komkujiya Meraşê û komkujiyên dî yên derî mirov pêdiviya însanbûnê ye.’’

Di daxuyaniyê e hate xwestin ku kesên bihîstyar tevlî mîtînga Strasboûrgê bibin.