Komkujiya Helebçeyê li Wanê hate şermezarkirin

Li Wanê, komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin û hate gotin, tevî ku kiryarên qirkirinê 30 salan dewam kir jî gelê Kurd teslîm nebû.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê û komkujiya Helebçeyê di salvegera 30'î de şermezar kir.

Çalakî li avahiya DBP'ê ay Wanê pêk hat û Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Ayla Tarhan, Berdevkê KCD'ê yê Wanê Fatih Şahih, nûnerên KCD'ê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û şêniyên bajêr tevlî bûn.

Berdevkê KCD'ê yê Wanê Fatih Şahid li civînê axivî û got, tevî ku 30 sal di ser re derbas bûye jî polîtîkayên qirkirinê didomin.

Di dewama axaftina xwe de Şahin got, "Rastiyek li pêş çavan e ku mirovahî tev dibîne; gelê Kurd di hemû serdemên dîrokê de li ber kiryarên qirkirinê ti carî serî netewandiye û teslîmiyet qebûl nekiriye."