Komîteya zindanê: Kincê ji yekrengî wê bê şewitandin!

Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Eylem Kasim destnîşan kir, ew xwedî mîrateyeke xurt a berxwedanê ne ku karibin li ber ferzkirina kincê ji yekrengî rabin û got, "Ev kinc wê bê qetandin û şewitandin."

Endamên Komîteya Zindanê ya PAJK'ê diyar kirin ku li dijî zexta lixwekirina kincê ji yekrengî ku bi biryarnameya dawî re li ser girtiyan tê ferzkirin wê bi pêşengiya jinên li ser şopa Sakîne Cansiz li ber xwe bidin.

Rayedarên PAJK'ê anîn ziman ku kincê ji yekrengî pêkanînek ji bo şikandina rûmeta girtiyên şoreşger e.

Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Eylem Kasim da xuyakirin ku di navenda polîtîkayên zext û êşkenceyê yên zindanan de sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê heye û got, bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê re hem faşîzma dewleta Tirk, hem jî sîstema kapîtalîst a global dixwazin tolê ji Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilînin. Kasim got, "Em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Lê em zanin, Rêberê me bi sekna xwe pêşî li êrîşan girtî ye."

ZEXTA KINCÊ JI YEKRENGÎ ÊRÎŞA LI DIJÎ TEVAHIYA CIVAKÊ YE

Kasim da xuyakirin ku girtiyên şoreşger ên li zindanan wê zexta lixwekirina kincê ji yekrengî qebûl nekin û got, "Feraseta yek zîhniyet, yek al, yek dewletê di dawiya dawî de gihîşt kincê ji yekrengî. Mijar ne tenê kincek an jî kostumek e. Dewlet dixwaze bi zorê îradeyê bişikîne û xwe bide qebûlkirin."

Eylem Kasim ragihand, zexta lixwekirina kincê ji yekrengî êrîşek li dijî tevahiya civakê ye û wiha dewam kir: "Destpêkê Kenan Evren xwest vê pêkanînê bixe meriyetê. Lê belê ji ber berxwedanê nekarî vê bike. Heman zîhniyet îro ne tenê li zindanê, lê dixwaze kincekî ji yekrengî li tevahiya civakê bike."

BILA DEWLET MÎRATEYA BERXWEDANÊ JI BÎR NEKE

Kasim diyar kir ku êşkenceya bi pêla girtin û binçavkirinê şênber bûye, ji bo tepisandina tevahiya civakê ye û anî ziman ku dixwazin girtiyan jî li nava çar dîwaran bitefisînin û bênasname bihêlin. Kasim destnîşan kir, dewletê ji bîr kiriye ku şoreşgerên li zindanan xwedî mîrateyeke xurt a berxwedanê ne û got, "Ev têkoşîn îro jî dewam dike. Ev kinc wê bên qetandin û şewitandin. Berxwedan wê bi rengekî bê navber dewam bike."

LI SER ŞOPA SAKÎNE CANSIZ...

Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Eylem Kasim mîrateya dîrokî ya berxwedanê bi bîr xist ku yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Sakîne Cansiz li zindanên 12'ê Îlonê afirand û got, "Berxwedana şoreşgerên li zindanê wê li ser şopa Sakîne Cansiz bidome. Ya ku dikeve ser milê me, esasgirtina berxwedana zindanê ye ku Sakîne Cansiz hînî me kir ku divê em hest, bawerî û fikrê xwe teslîm nekin."

Kasim diyar kir ku şoreşgerên ji aliyê manewî ve xurt bin wê pêşî li êrîşan bigirin û anî ziman, berxwedana li jinan bi pêşengiya jinan dibe, lê belê divê berxwedan ne tenê li zindanan be.

ÇAVKANIYA XWE ÎTTÎHAT TERAKKÎ YE

Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Gulan Avareş jî işaret bi referansên dîrokî yên van pêkanînên faşîst kir û got, "Pêkanîna ku Tayyîp Erdogan li ser civakê ferz dike xwe dispêre faşîzma 12'ê Îlonê. Erdogan ji faşîzma Kenan Evren, Kenan Evren ji Hîtler, Hîtler jî ji Îttîhat û Terakkî hîn bûye."

Avareş da xuyakirin ku bi van pêkanînan re dixwazin tevahiya civakê bitepisînin û destnîşan kir, divê berxwedêrên zindanan bi tenê neyên hiştin. Avareş got, "Gelê Kurdistanê divê li derveyî zindanan çi ji dest bê wê bike û destekê bide sekna bi rûmet a girtiyên berxwedêr. Kî xwe weke rewşenbîr, şoreşger û parêzvanên mafên mirovan didin naskirin, divê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin û xwedî li berpirsyariya xwe ya wijdanî û însanî derkevin."