Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê şehîdên meha Kanûnê bi bîr anî

Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê cangoriyên ku di meha Kanûnê yên salên cuda de şehîd bûn bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Komîteya Xebatên Şehîdan ya PKK’ê bi daxuyaniyê şehîdên meha Kanûnê bi bî ranî. Di şexsê şehîdên meha Kanûnê de bi minnetdarî şehîden nemir ê Gabarê Şehît Adil, Şehît Gulbahar, dîsa Binevş-Husniye Oruç, Nûman Amed-Ertem Karabulut, Rustem-Yûcel Zeydan, Sabrî Gulo-Dara Reşît Gulo, Omer-Abdullah Sevgat hate bibîranîn. Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê ragihand, "Her şehîdek di heman demê rih û pênaseya demekê jî raber dikin. Dibe ku em nikaribin her şehîdekê di vir de zikir bikin, lê divê baş were zanîn,  şehadet heqîqeteke hevgirtiye ku qet nayê parçekirin. Lewra vegotin an jî zikirkirina navekê di heman demê bîranîna hemû şehîdan e." Dîsa daxuyaniyê de êrîşên li ser şehîdgehan wek êrîşeke hovane û dij mirovahane hat nirxandin. Daxuyaniya Komîteya Şehîdan a PKK’ê wiha ye:

"Rêber Apo hîmê PKK’ê li ser hebûna şehîdan daye avakirin. Di wateyeke din de tevayî pêşketinên li Kurdistanê û derketina PKK’ê bi saya şehîdên me hatine afirandin. Ji ber vê çendê tişta ku PKK kiriye PKK di destpêkê de fikir, felsefe, bîrdozî û kesayetiya Rêber Apo, li gel vê yekê jî têgîn, xeyal, hizir, hestên şehîdên me ne. Wateya hêza wan, kêrhatin û taybetmendiyên wan, rêgezên wan, girêdayînên wan, bawerî û hêviyên wan, rêhevaltiya wan, îddîayên wan yên di têkoşîna jiyana azad de tên jiyan kirine. Heta bi awayeke giştî heyîna wan ya di her kêliya têkoşîna azadiyê de bi fedekarî û lehengtî dayîne vehûnandin hiştiye ku heqîqeta Rêber Apo û PKK hîn jî mezintir û dîrokî bibe. Di vê wateyê de dema ku PKK tê gotin, tê wateya hebûna şehîdên me yên bê mirin. Bi heman awayî jî dema ku şehîd tê gotin, tê wateya hebûna PKK’ê. Ji ber vê çendê Rêber Apo dibêje; “PKK, Partiya Şehîdan e.” Ji lewra em hemû bi  saya şehîdan dibin Kurdistanî û xwe digihînin asta welatparêziyê.

Tevgera Azadiya Kurdistanê ango PKK ket sala xwe ya 42. Bi vê wesîleyê em mizgîniya rizgariya Kurdistanê, ango damezrandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo, şehîdên me yên nemir, li hemû eniyên ku bergirî li hember dagirkeriyê tê kirin û li hemû mirovahiya azadîxwaz pîroz dikin. Heqîqeta PKK’ê ya di nav van 42 salan de, ji bo gelê Kurd û tevayî mirovahiyê bûye cihê şanazî, bextewarî, hêvî, serfirazî û rûmeta herî bilind. Tişta ku hiştiye gelê Kurd û mirovahî bigihîje vê asta herî birûmet şehîdên PKK’ê ne.  Divê em ji bîr nekin ku hemû destkeftiyên Kurd û Kurdistanî bi saya Şehîdên PKK’ê pêk hatine.

Di vê dîroka demdirêj ya 42 salan de, her rojek  bi navê dehan şehîdên ji gelê Kurd û enternasyonalîst hatiye nivîsandin û xemilandin. Ji ber vê çendê em dibêjin; dîroka PKK’ê ji her aliyên xwe ve bûye dîroka lehengtî, fedekarî, wêrektî û bûye sembola bi hezaran şehadetên herî binirx û hêja. Ji dahatûya mirovahiya demokratîk re bûye hêviya jiyaneke azad. Vê rastiya şehîdên PKK’ê xwe di destpêka rojên meha Kanûnê de jî daye raber kirin. Di roja îro de jî di pêşengtiya  PKK’ê de bi  rihê Apoyî û bi bîr û baweriya azadkirina gelê Kurd û mirovahiyê têkoşîneke bêsekin bi awayeke herî xurt tê berdewam kirin. Di vê têkoşînê de hema bêje her roj di encama berxwdanên bêhempa yên li hember dagirkeriya li ser axa Kurdistanê tê dayîn de gelê me yê fadakar û mirovahiya ku dil berdaye jiyaneke azad keç û xortên xwe yên herî bedev şehîd didin. Bêguman em çi qas rastiya lehengên me yên nemir vebêjin jî dê têr neke. Her şehîdek stêrkek herî bi ronak e ku jiyana me ronî dikin. Meha Kanûnê sertaser bi van stêrkan dagirtî ye.

'ADIL Û GULBAHAR RUHÊ PKK'Ê NE'

Di vê mehêde gelek qehremanên ku navê xwe di dîroka mirovahiyê de bi tîpên zêrîn nivîsîne hene. Yek ji van qehremanan  fermandar, zarokê Botanê rêheval Adil-Ramazan Aybî ye. Rêhevalê Adil bi Rêber APO re girêdayîna welat, xak, û hevaltî kir yek û di dilê her hevaleke xwe de bi cesaret, wêrektî, bawerî,biryardarî û bi pêşdîtinên dîrokî  cih girt. Fermandar ango pêşengê gelê Kurd rêheval Adil di her kêliya jiyana xwede bi xwere kadro û mîlîtanên demê dida avakirin. Bi vê yekê darbeyên giran û birînên kûr di heyîna dijminde da vekirin. Heval Adil pênaseya rast jiyankirin, rast şerkirin û herî zêde jî rast fêmkirina Rêber Abdulah Ocalan ku xulaseya şehîdan ya jiyan dike bû. Bi qasî ku di hevaltî, dilnizmî û israra di jiyaneke azad de, hostayê şer bû jî. Lewra cihê ku heval Adil lê dima tirs, windakirin tunebû. Bes derbe li dijmin xistin û biserxistina azadiyê hebû. Heval Adil perwedekirin û gihandina kesayeta Kurd ya bi bîrdoziya Rêber Apo bû. Ji lewra çûbûya ku derê dibû hêza serfirazî û jiyaneke bi wate. Li kêleka xwe gelek qehreman gihandin hevalê Adil. Di têkoşîna azadiyê de bû rihek ku her tim li eniyên pêş ber bi azadiyê ve baz dide.

Lehengtî pêkhatineke serbixwe nîne, berhema jiyana civakê ya bi hezarî salan e. Yanê her lehengtî di heman demê de haveyna inşaya jiyanê ye. Xelek bi xelek digihêjin hev û tevnê cîhaneke azad radiçînin. Xelekek ji vî tevnî hevala Gulbahar e. Hevala Gulbahar-Selma Kaya jineke serhildêr ku zutirîn demê de bi rastiya Rêber Apo û PKK’ê bûye yek, li bilindahiyên çiyayên Kurdistanê pêşengtiya xweşikbûyîna pêkhatinên azad kiriye. Ji bo ku li Kurdistan û tevahî cîhanê jin bibe hêza pêkanîner ya jiyaneke azad di pêşxistina artêşbûyîna jinê de weke feramandar rola xwe listiye. Îro çavê hemû cîhanê li jinên Kurdistanî ne. Bêguman ev berhema ked û fedakariya Gulbaharan e.

'GEFA DAGIRKIRINÊ LI WELATÊ ME TÊ XWARIN'

Her şehîdek di heman demê rih û pênaseya demekê jî raber dikin. Dibe ku em nikaribin her şehîdekê  di vir de zikir bikin, lê divê baş were zanîn,  şehadet heqîqeteke hevgirtiye ku qet nayê parçekirin. Lewra vegotin an jî zikirkirina navekê di heman demê bîranîna hemû şehîdan e. Îro li çar parçeyên Kurdistanê dîsa nokerî û xulamtiya ji dijmin re tê zindî kirin. Komploya ku di sala 1998’an de li hember Rêber Apo pêkhat bi dagirkirina xaka Kurdistanê dîsa rojane dibe. Lê em baş dizanin ku her cara gefên qirkirinê zêde bûne lehengên ku li hember van gefan bibin mertal jî derketine. Li dijî komplogeriyê xeleka ji agir ku li derdorê Rêber Abdulah Ocalan hatibû pêxistin her roj bi tevlêbûyîna giyaneke nû gurtir bû û derbên mezin li dijmin xist. Hevala Binevş-Husniye Oruç pêteke ji vî agiriye ku her tim dê di mêjûyê  dagirker û nokeran de pêketî bimîne. Heval Rustem-Yûcel Zeydan li hember nokerî û xulamtiya ji dijmin re xulaseya welatparêzî û şoreşgeriyeke safî raber dike. Rastiya heval Rustem dide xuyakirin ku mirov di paşila pergala qirker de jî mezin bibe ger mijar dibe welat û rûmeta insanê azad mirov dikare bibe xwediyê helwesteke herî binirx.Xelekek jî ji lehengtiya ku roja me pêkan dike heval Sabrî Gulo-Dara Reşît Gulo ye. Heval Sabrî bi qasî ku bûye sembola kesayeta şerker û berxwedêr ya Rojava, ew qas jî bûye nûnerê bawerî û sekna herî bihêz ya li hember îxanetker û hevkariyê. Bi şehadeta xwe ya li Gabarê di heman demê de dibe îfadeya sekneke neteweyî ya Kurdistanê. Tevgera azadiyê bi tekoşîna xwe ya gerdûnî ji her bawerî û rengan gelek pêşeng gihandine. Yek ji van pêşengan ku kesayeteke herî xurt yê gelê meyê Êzîdî raber dike di demên ewilê yên têkoşîna azadiya Kurdistanê de, di mezinbûyîna gerîla de rol lîstiye, Omer-Abdullah Sevgat e. Îro li ser gelê meyê Êzîdî fermanên qirkirinê berdewamin. Zarokên Êzdîxanê divê ev giyanê serhildêr di parastina Şengalê de bigihînin hêzekî herî xurt ya jiyanî.  

Di sala 42. ya têkoşîna PKK’ê de gef û tehdîdên qirkirinê bi awayekeherî hovane li ser gelê Kurd û Kurdsitanê berdewam in. Erîşên topyekûn li hemberî gelên ku bûne xwedî îrade, li ser zarok, jin û kalên me tên meşandin. Dewleta Tirk ya faşîst ku bi rola taşerontiyê rabûye bi hevkarên xwere êrîşên bê exlaq li dijî gelê me dide meşandin û qetlîaman pêktîne. Dîsa weke amureke şerê taybet yê herî qirêj û der mirovî êrîşê li nirxên me yên pîroz dike, bi cenaze û goristanên şehîdênme dilîze. Di mînaka şehîdgeha Xerzanê de jî hat dîtin ku pergala qirker-faşîst ya devleta Tirk ji bo Kurd û Kurdistanê tune bike her rêbazê bikartîne. Di berxwedana Cizîrê ya rêveberiya cewherî de jî hat dîtin ku li ber çavê hemû cîhanê Kurdê ku di jiyaneke azad de israr dike dikare bibe armancên êrîşên herî hovane û di jêrzemînan de bê şewitandin. Îro jî heman tişt li Rojava tê ceribandin. Çawa ku heşt sal berê bi qetlîama Roboskiyê zarokên Kurd hatin qetilkirin û di dilê gelê me de birînên mezin hatin vekirin, îro jî bi dagirkirina Rojava û herî dawiyê jî bi êrîşa li ser Tilrifatê tê xwestin ku  di dilê gelê mede tirsekê bidin avakirin, qirkirinên sed sale li ser gelê me û gelên li Kurdistanê jiyan dikin zindî bikin. Lê gerek were zanîn ku di dilê gelêmede ne tirs,bi her şehadetê re baweriya serkeftinê hê xurtir bi cih dibe.

'ŞEHÎDÊN ME TEMÎNATA JIYANEKE AZAD IN'

Her wiha divê were zanîn ku rêveberiyên cewherî xeyalên şehîdên me ne.  Her şehîdek bi israra xwe ya hebûneke biwate dide diyarkirin ku heqîqeta PKK’ê û şehîdên me teminata jiyaneke azadin. Her şehadetek ne windahiyeke, bi xwîna xwe ji nû ve avakirina jiyana ku tune hatiye hesibandin e. Divê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me, li Rojhilatanavîn û her deverên ku di serî de li hember dagirkerî û faşîzma devleta Tirk bergirî tê kirin ev heqîqetaşehîdbûyînê di her kêliya têkoşîn û jiyanê de bê raberkirin. Divê baş bê zanîn ku incax bi şikandina her cure dagirkeriya li ser welatê me em dikarin ji şehîdên xwe re layîq bibin û bibin pêkanînerê xeyalên wan. Bi vê bîr û baweriyê em di bin rohniya şehîdên meha Kanûnê, di şexsê heval Adil, Gulbahar, Sabrî, Rustem, Binevş, Omer û fermandarê ku ji dilê Amedê mezin bûye Nûman Amed de hemû şehîdên şoreşê bi minet û bi rêzdarî bibîr tînin, bejna xwe li ber heqîqeta wan ditewînin. Careke din soza biserxistina jiyaneke azad didin.Emê xeyalên wan yên azadiyê di nivîde nehêlin û cîhaneke azad diyariyê wan  bikin. Şehîd felsefeya me  ya jiyanê ne. Emê her tim bi şehîdan re bijîn."