Komîteya Tenduristî ya Mexmûrê: Tecrîd û çekên kîmyewî sûcekî mirovahiyê ye

Komîteya Tendûristî Mexmûrê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd û bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser qadên gerîla û got: “Tecrîd û çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Tendûristî li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk yên bi çekên kîmyawî û qedexekirî şermezar kir.

Bi amadebûna endamên komîteya tenduristî ji bo giyanê şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Endama Reveberiya Komîteya Tenduristî Xanim Babat daxuyanî da.

‘TECRÎD SÛCEKE MIROVAHIYÊ YE’

Babat komplo û hêzên komploger şermezar kir û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêber Apo vîn, bawerî û hebûna gelê Kurd e, ji ber vê yekê di kesayetiya Rêber Apo de netewek tê tecrîd kirin. Ew hêz Rêber Apo li beramberî xwe wek xeteriya herî mezin dibîne ji bo vê yekê hewl dane her cûre êrîşan pêk bîne, li ser vî bingehî bi komployek navnetewî raxistin ber çavan, ji wê pêvajoyê heta niha esareta fîzîkî berdewam dike. Bi mehan e ku ji rewş û tenduristiya Rêbertî ti agahiyek ne hatiye girtin. Em gelê Kurd bi fikarin, ji bo vê em dibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”

‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ ŞER E’

Babat destnîşan kir ku ev zêdetirî  5 meh in li Herêmên Parastina Medya bi taybet Zap, Avaşîn û  herêmên din  gerîla di nava berxwedaneke mezin de ye. Babat bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bikar tîne û wiha domand: “Tevî ku di ti qanûnan de nayê pejirandin ev nêzî 150 carin çekên kîmyayî hatine bi karanîn. Ruxmê ku ev çekên kîmyayî bi hemû şêweyî qedexene û bikaranîn sûcên şer in, lê ji ber ku li hemberî Kurd û Kurdistanê tên pêkanîn çavê xwe lê digrin û alîkarî dikin. Taybet eger em aliyê tendûristî bi fikirin ji bo giştî zindiyan rewşekî metirsîdare û ne exlaqî ye. Ev jî tê wateya dewleta Tirk a faşîst kilît bûye, li beramberî şervanên azadîyê nikare xwe ragire serî li rê û rêbazên cuda dide.

Babat herî dawî  bang li gelê Kurd û hemû alî, saziyên mafê mirovan di parêzin dikin ku li her cihî têkoşînek bê hempa bimeşînin, her cih bikin qada çalakiyên ‘Dem dema azadiyê ye’.

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo,’ ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.