Komîteya Pişgtiriya Efrînê: Êrîş bêexlaqiyeke mezin e

Komîteya Piştgiriya Efrînê ya ku li Hewlêrê hatî avakirin kû bi gelek çalakiyan ve piştgiriya Berxwedana Serdemê dike, astengkirina ciwanên ku ji bo biçin Efrînê ya ji aliyê asayîşa PDK’ê ve di ketina Hewlêrê de bi zimanek tund şermezar kir.

Ciwanên ji bo biçin Efîrnê îro di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayişa Degelê ve hate rawestandin. Asayişa ku di saetên şevê de bi çekan êrîşî ciwanan kirin 10 ciwan birîndar kirin.

Piştî êrîşê endamên Komîteya Piştgiriya Efrînê ya li Hewlêrê hatiye avakirin çûn nêzî asayişa Degelê. Endamên komîteyê yên ku hê zêdetir asayişê rê neda pêş ve biçin, li nêzî Degelê bi daxuyaniyekê êrîşa li hember ciwana hate kirin bi zimaneke tund şermezar kirin.

‘LI GORÎ BIRYARA PARLEMENTOYÊ TEVGER BIKIN’

Li ser navê komîteyê Hewrê Kurdî axivî û bi van gotinan nerazîbûn nîşan da: “72 ciwanên Başûrê Kurdistanê beriya 3 rojan ji bo tevlî Berxwedana Serdemê ya Efînê bibin ji Silêmaniyê ketibûn ser rê, îro rêya wan li vir hate astengkirin. Rêya ciwana ji aliyê endamên PDK’ê ya ku girêdayî rêveberiya herêmê ye ve hatiye astengkirin. Tenê ne rêya wan hatiye girtin, di heman demê de bi çakena jî êrîşî wan hatiye kirin. Hinek ciwanên me yên leheng jî birîndar bûne. Rê girtina ciwanê ji bo biçin tevlî berxwedana Efrînê bibin bi çakan birîndarkirin bêexlaqiyeke mezin e. Li şûna wê divê hemû ciwan û partiyên Başûrê Kurdistanê divê piştgiriya wê bikira. Nexasim rojek berê parlementoya Kurdistanê ji bo bi her awayî piştgirî bide Efrînê biryar girtibû. Parlemeterên PDK’ê ji bo vê dengê xwe bikar anîbûn. Piştî vê biryarê û qewimîna bûyerekî  wiha dide nîşandan ku destên hinek kesên tarî di nava PDK’ê de heye.”

ROJ ROJA BÛNA YEK E, EN ROJA DIJMINAHIYÊ YE

Kurdî destnîşan kir ku weke komîteya piştgiriya bi Efrînê re ku hatî avakirin, weke parêzvanên Efrîn, Amed, Sine, Silêmanî û Hewlêrê wê li ser rê bin û wiha got: “Divê bi lezgîn PDK van kesên ku ev kiryar kirin diyar bikin û hesab jê bixwazin. Ji ber ku roj roja bûna ye, roja li dijî dagirkeran rawestîne, ne roja dijminahiyê ye.”

Piştî daxuyaniya komîteyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Berxwerdana Efrîn” û “Efrîn wê bi ser bikeve” hate qîrkirin.