Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê li 'belgeyan' pirsî

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, li belgeyê di destê hêzên asayîşê de ne pirsî.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Şukru Serhed (Yasîn Bûlût) 17'ê Îlona 2021'ê li navenda bajarê Silêmaniyeyê li taxa Çarçirayê bi sûîqestê hatibû şehîdxistin. Tê gotin, êriş ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê mîna hefteya derbasbûyî vê înê jî ji bo dîtin û darizandina berpirsyaran çalakî li dar xist.

Çalakî li cihê ku Serhed lê şehîd bû hate lidarxistin. Komîteyê li vê derê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta kujerên Serhed bêne dîtin wê her hefteyê li heman cihî li hev bicivin.

Komîteyê got, "Hêzên Asayîşê ragihandibû ku têkildarî kujeran belge di destê wan de hene û wê di dema herî kurt de bi raya giştî re parve bikin. Lê belê hîn belge nehatine eşkerekirin ku ev jî me dixe nava fikaran. Li gorî me, hewl tê dayin ku belge ji holê bêne rakirin."

Çalakgeran kulîlk danîn cihê ku Şukru Serhed lê şehîd bû.