Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê, yên di qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê: Bi boneya 2’yê Tîrmehê bang dikin ku ji bo yekîtiya fermana rêya heqîqetê ya Elewî jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hê xurtir û bandortir bibin xwedî helwest.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ku têkildarî 2’yê Tîrmehê salvegera Qetlîama Sêwasê daxuyaniyek da got: “Yên qetlîama Elewiyan rêxistin kirin û tetîkkêşiya wê kirin îro di bin navê AKP-MHP’ê de yên li ser desthilatê ne. Beşên ku îdeolojiya fermî temsîl dike û di bin navê muxalefetê de disekinin, di bin navê dewlet û hesasyeta rejîmê de her demê bûne destek. Her qetlîama li ser Elewiyan xwestine di kûrahiya dewletê de winda bikin û bidin jibîrkirin.

2’yê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê carekî din, ji ber bawerî û nirxên jiyana demokratîk a temsîl dikir Elewî ji aliyê dewleta faşîst a Tirk ve hatin qetilkirin. Ev qetlîam a ji aliyê dewleta Tirk ve ahte kirin bû yek ji qetlîamên herî hovene ya li ser komeke gel û baweriyan hate kirin, kete dîrokê.

Weke tê zanîn di Gulan-Tîrmeha 1980’an de li Çorûmê di êrîşên li ser Elewiyan de gelek Elewî jiyana xwe ji dest dabûn. Di serî de ew û yên di qetlîama Sêwasa 2’yê Tîrmeha 1993’an de hatibûn qetilkirin, hemû şehîdên têoşîna demokrasî û wekheviyê bibîr tînin.  Carekî din didin diyarkirin ku em ê hestet û daxwazên wan di têkoşîna Tirkiyeke demokratîk û Kurdisana xweser de bi serketinê tacîdar bikin. Di serî de bang li Elewiyan û hemû gelên Tirkiye dikin ku hê xurtir û rêxistinkirî tevlî bê têkoşînê bibin. Dewleta Komarê ya Tirk taybet piştî sala 1960’î û şûnde di qetlîamên Elewiyan de li gel çeteyên kontragerîla, komên dîdndar û nîjatperest bi rêxistin kir, di qetlîaman de her tim ‘Hêrsa Misilmanan a li dijî Elewiyan’ daye nîşandan.Bi vê taktîkê tim xwestiye Elewiyan li ser xeta laîk a nîjatperest bihêle. Tim bi rêya laîk û nîjatperestiyê peyam daye Elewiyan, mîna ku hêzeke yedek bikar aniye.

Yên qetlîama Elewiyan rêxistin kirin û tetîkkêşiya wê kirin îro di bin navê AKP-MHP’ê de yên li ser desthilatê ne. Beşên ku îdeolojiya fermî temsîl dike û di bin navê muxalefetê de disekinin, di bin navê dewlet û hesasyeta rejîmê de her demê bûne destek. Her qetlîama li ser Elewiyan xwestine di kûrahiya dewletê de winda bikin û bidin jibîrkirin. Ji bo vê sedemê ye îro Elewî û hêzên demokrasiyê bi dirûşma ‘Sêwasê jibîr neke, nede jibîrkirin’ vîna hesabxwestinê ya ji qetlîamkeran û biryardariya xwe bide nîşandan li qadan in.

DEWLETA TIRK JI ROJA EWILÊ Û VIR VE, NASNAMEYA ELEWÎTÎ Û KURDAN ÎNKAR KIRIYE

Desthilata AKP-MHP’ê ya senteza Îslama Tirk ferz dike, Qatilên Sêwasê efû kirin, parêzerên ku parastina qatilan dikirin jî kirin wezîr û parlemetner, da nîşandan ku xeta temsîl dike bê ka çî ye? Carekî din dixwazin bidin nîşandan ku ji Koçgirî heta Sêwasê hemû berpirsên qetlîamên Elewiyan hişmendî û siyaseta xwedî senteza Îslamî ya Tirk e. Ya ku vê îdeolojiyê li ser gelan û baweriyan disepîne dewleta netewa Tirk e.

Dewleta Tirk ji avabûnê û vir ve , gel û baweriyan înkar dike, hebûna xwe didomîne. Yên li dijî vê stratejiyê derdikevin jî, bi qetilkirin û qirkirinê bersiv dide. Ji roja dewleta Tirk ava bûye û vir ve yek ji nasnameyên înkar kirî Elewî û Kurd in. Ji ber vê taybet desthilata AKP-MHP’ê bi her cûre êrîşan dixwaze gelê Kurd û Elwiyan tine bike. Dewleta Tirk a êrîşkariya xwe ya qirker a li ser gelê Kurd, derbasî sînorê Bakurê Kurdistanê kiriye, bi dijminahiya baweriyan re û qetlîamên kirî daye nîşandan bê ka hêzeke çawa ye. Eger ku pêşiya vê êrîşkariyê neyê girtin, wê rê li ber qetlîam û qirkirinê ku di dîrokê de mîna wê nehatî kirin pêk werin. Di serî de ji bo bîranîna qetlaîma Sêwasê, hemû gel û baweriyên li ser xaka Anatolyayê hatine qetilkirin, bersiva herî rast, li dijî vê desthilat û dewleta faşîst-qirker heta ku têkoşîn encam bibe, mezin bike û bidomîne. Careke din didin nîşandan ku bi vê boneyê ji bo pêşiya qetlîaman bê girtin, em ê girêdayî têkoşîna yekbûyî ya bihêz a demokrasiyê bin.

Em di demeke welê de ne ku di salvegera Qetlîama Sêwasê de têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê li ser bingehê yekîtiya demokratîk di qonaxeke têkoşîna hevpar pêş dikevin de derbas dibin. Bi vê aliyê xwe bi Qetlîama Sêwasê xwestine pêşiya têkoşîna hevpar a zadiya Kurdistanê ya hêzên demokrasî ya Tirkiyeyê bigirin. Ji bo vê her qetlîama li ser Elewiyan, her cûre polîtîka û zextên tên kirin di rastiyê de êrîşeke li ser demokrasiya Tirkiyeyê. Ji bo vê carekî din didin diyarkirin ku divê di serî de Elewî û hemû beşên demokratîk û mûxalîfên li Tirkiye bi boneya Qetlîama Sêwasê vê rastiyê baştir bibînin, li dijî wê bikeve nava têkoşînê. Divê ji hişmendiya û helwesta ku berxwedan û têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê pasîvîzekirin, gotinên ku wê faşîzim bi hilbijartinê encam bibe, faşîzm rewakirin û qedexeyê pêk tîne, bi vê bîranînê carekî din xeteriya heyî bibîne. Mîna ku bi dehan car hatî nîşandan bê ka faşîzim bi hilbijartinê nebûye desthilat û wê bi hilbijartinê jî ji desthilatê jî neçe. Ev jî dide nîşandan bê ka têkoşîne îdeolojî, siyasî, leşkerî, çandî û her cûre têkoşîn a li dijî faşîzmê karekî di rêza yekem de bê kirine. Bersiva herî rast a ji bo bîranîna şehîdên demokrasiyê yên canê xwe dane, didin nîşandan ku ev e.

Bi boneya 2’yê Tîrmehê bang dikin ku ji bo yekîtiya fermana rêya heqîqetê ya Elewî jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hê xurtir û bandortir bibin xwedî helwest. Bi van hest û ramanan, Şehîdên Sêwas û Çorûmê carekî din bibîr tînin. Soz didin ku li gorî ferman û girêdana şehîdên demokrasiyê têkoşîna Kurdistaneke xweser û Tirkiyeke demokrtîk ku hemû gel û bawerî bi azad lê bijî, bi serketinê tecîdar bikin. Didin diyarkirin ku erka her beşê demokratîk û welatparêzî ye ku tevlî vê têkoşînê bibe û hêzê bideyê. Di vê pêvajoyê de ku em têre derbas dibin, di wê baweriyê de ne ku rêveberên tevgera Elewî, sazî û rêxistinên wê di nava berpirsyariyên xwe yên dîrokî de di nava yekîtiyê de bicih bîne, layîqî canê şehîd bûne bibin.”