Komîteya Azadıya Ocalan: Daxwaza azadiya Ocalan kir

Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê daxwaza demildest a azadiya Rêber Ocalan kir û diyar kir ku destpêkirina diyaloga aştî û demokrasiyane dikare dawî li hemû plangerî, şer û komkujiyan bîne.

Li Baxê Giştî yê Silêmaniyê vê êvarê bi boneya 23’yemîn destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Komîtiya Azadiya Ocalan a Başûr ve çalakiyek pêk hat.

Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Silêman Wertî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Îro Kurdistan û Rojhilata Navîn bûne qadakî cîhanê ya şer ê herî dijwar û volkanek agir ku gelê Kurd û gelên herêmê rûbirûyî çarenivîsek metirsîdar kiriye. Lewma ji bo aramiya aştî û avakirina Kurdistanek azad û Rojhilata Navîn a demokrastîk divê Birêz Ocalan were azadkirin.

Ji bo ku êdî qet pirsgirêka Kurd çareser nebe û projeya demokrasiyê ya Birêz Ocalan û gelê Kurd ya çareseriya demokrasiyane ya pirsgirêka Kurd û bi bihevre jiyana azad û aştiyane ya gelên herêmê çareser nebe, çend sale tecrîdek giran danîne li ser Birêz Ocalan.

Van dewletan bi armanca qirkirina gelê Kurd şer û êrîşên pir alî yên seranser li dijî Tevgera Azadiya Kurd destpêkirine ku hemû sînorên exlaqî, mirovî û hemû yasa û normên navneteweyî derbaskirine. Rojane sûcên li dijî mirovahiyê dikin. Çekên kîmyawî û qedexekirî bi kar tînin.

Tenê azadiya demildest a Birêz Ocalan û destpêkirina diyaloga aştî û demokrasiyane dikare dawî li van hemû plangerî, şer, qirkirin û komkujiyan bîne. Lewma ji bo aramiya aştiyê û avakirina Kurdistanek azad û Rojhilata Navîn a demokrastîk em niha vê demê dem dema azadiya Birêz Ocalan dibînin.”