Komîteya Şehîdan nasnameya gerîlayê HPG’ê eşkere kir

Komîteya Şehîdên PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayê HPG'ê yê ji Pêncwênê, Zana Ehmed (Egîd Pîr) li Bakurê Kurdistanê şehîd bûye.

Komîteya Şehîdên PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayekî HPG'ê yê ji navçeya Pêncwên a Silêmaniyê eşkere kir.  Komîteya Şehîdên PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand ku gerîlayê HPG'ê yê ji Pêncwênê, Zana Ehmed (Egîd Pîr) li Bakurê Kurdistanê di şerekî de şehîd bûye.

 Di daxuyaniya Komîteya Şehîdên PKK'ê de ya li Başûrê Kurdistanê de wiha tê gotin; "Hevrêyê me Zana Ehmed bi nasnav Egîd Pîr yê ji Pêncwênê, li Bakurê Kurdistanê di dema amadekariya çalakiyekê de dikeve kemîna rejîma dagirker a Tirkiyeyê. Piştî berxwedaneke bêhempa û serkeftina çalakiyê, heval Egîd birîndar dibe, lê ji ber ku birîna wî giran bû gihîşt karwanê nemiran.

 Di 11'ê Îlonê de li Mizgefta Mele Ebas a li Pêncwên wê şîna hevrê Egîd Pîr were danîn.”

Nasnameya gerîlayê HPG'ê wiha ye;

Nasnav: Egîd Pîr
Nav û Paşnav: Zana Ehmed
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 01.05.1997/
Navê Dayik - Bav: Fehîme – Ehmed

Dîroka Tevlîbûnê: 30.03.2016
Cih û Dîroka Şehadetê:25’ê Gûlana 2017 / Colemêrg-Goşte