PKK’ê: Em zîhniyeta kujer a li Sêwasê ji nêz ve nas dikin

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê ji bo salvegera komkujiya Sêwazê ya li Madimadikê daxuyanî da, komkujî şermezar kir û diyar kir ew ê şehîdên Sêwazê heta serkeftin û azadiyê bidin jiyîn.

Komîteya Çandê ya PKK’ê derbarê komkujiya Sêwazê ya li otêla Madimakê got, ‘’Dewleta Tırk a faşist û dagirker 2’ê Tîrmeha 1993’an li Sêwasê, otela Madimakê rewşenbîr û hunermend jî di nav de 33 mîrov şewitandin û bi rengekî hovane qetil kirin. Em vê komkujî û provokasyona dermirovahî şermezar û lanet dikin. Ên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minet bi bîr tînîn. Em soz didin ku hêviyên wan ên azadiyê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Em vê zihniyeta qirker ji nêz de nas dikin. Ev zihniyeta reş û qirêj her ku derfet dîtiye êrîş aniye ser hêzên civakî, tevgerên azadî, kesên rewşenbîr û hunermend-ku ronahî û civakê temsil dikin, temsil kirine û li ser wan qirkirin ferz kiriye.’’

‘NIKARIN ÇANDA BERXWEDAN Û AZADIYÊ BIQEDÎNIN’

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê di daxuaniyê de bi berdewamî wiha got:

‘’Ji Mazdek-Hûreman heta Babekan, ji Hallaci Mansur heta Şêx Bedretînan, ji Pîr Sultan Abdal heta Hesret Gûltekînan, ji Apê Mûsa heta Atakan, Helmet û Qasim Engînan gelek tevgerên azad û komûnal, kesên ronakbîr û hunermend ji ber ku li hember siltaniya zilimkaran serî ne tewandin bi qirkirinan re rû bi rû man. Lê bele ev xeta civakî, komûnal, azadî û wekhevîyê nehatin qedandin û tu hêz qet nikarin xet û çanda berxwedan û azadiyê biqedînin.

Desthilardariya AKP-MHP ku îro temsîliyeta Mûaviye, Yavuz Selîm, Îtaat û Terakkî dike, li ser gele Kurd qirkirinê, li ser hêzen civakî, demokrat jî tundî û dîktatoriyê ferz dike. Li hember vê zihniyeta ku êrîş tîne ser nirxên gel, dike goristana, ku ewqas ji exlaqê bêpar e, dijminê çand û baweriya ye, ji mirovahiyê derketiye em ê heta dawîyê bi biryar têbikoşin.

‘’EM Ê ŞEHÎDÊN SÊWAZÊ HETA SERKEFTIN Û AZADIYÊ BIDIN JIYÎN’

Em li hember vê zihniyeta qirker tu carî serî natewînîn. Em ê bi têkoşîna xwe ya çand û hunerê bibin dengê civakê û ew canê ku li Sêwasê me şehit dane em ê heta serkeftin û azadiyê bidin jiyîn. Ev zihniyet û pergala paşverû tevlî siltaniya xwe wê têk biçe, hilweşê. Bi çand, bawerî û her rengên xwe hêzên civakî wê bi ser bikevin.’’