Komîteya Çalakiyê banga tevlîbûna meşa Zînî Wertê kir

Ciwanên Başûr ji bo dawîkirina aloziya li Zînî Wertê û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya li gel wan meşek lidar dixin.Komîteya Çalakiyê banga tevlîbûna meşê kir.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo bidawîkirin û protestokirina hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û aloziya Zînî Wertê wê 16’ê Gulanê ji Ranya ber bi Zînî Wertê ve dest bi meşek dirêj bikin.

Ji Desteya Komîteya Çalakiyê Qane Xelîl diyar kir ku ew li dijî bicihkirina PDK’ê ya hêzên pêşmerge ya bi hinceta şeba koronê li herêma Zînî Wertê ne. Xelîl destnîşan kir ku hebûna hêzekî wiha li herêmê rê li ber aloziyên siyasî vekir û diyar kir ku weke ciwan wê bi pêşengtiya 105 saziyan helwesta xwe ya li dijî vê raber bikin.

Xelîl da xuyakirin ku wê roja Şemî ango 16’Gulanê ji bo biçinî Zînî Wertê ji Ranya dest bi meşeke dirêj bikin. Xelîl bibîr xist ku dixwazin bi vê çalakiyê peyama ciwanên Başûrê Kurdistanê bigihînin aliyên peywendîdar ku civaka Başûrê Kurdistan qebûl nake ku du hêzên Kurdî bên beramberî hev, şer bikin. Xelîl got yê ji vê ziyan bigire civka başûr e.

Xelîl di dawî de bang li rojnamevanan kir ku çalakiya wan bişopîne û helwestên xwe nîşan bidin.

Rojnamevan Bahoz Cûdî jî diyar kir ku divê hêzên pêşmerge yên li Zînî Wertê ji bo herêmên ku çeteyên DAÎŞ’ê xwe lê bi cih kirine û êrîş dikin, bên kirin. Cûdî anî ziman ku çete niha xwe li Kerkûk û Xaneqîn dîsa gelek deveran bi cih kiriye. Cûdî diyar kir ku rojan e êrîş dikin û pêşmerge birîndar dibin û got: “Divê pêşmerge ji Zînî Wertê derbikeve bên li van herêman bi cih bibin ji bo van herêman ji DAÎŞ’ê biparêzin.”

Cûdî bal kişand ser helwesta gelê Başûrê Kurdistan û bi taybet ciwanan û got: “Gelê Başûr û ciwan li dijî bicihkirina hêzên PDK’ê ya li herêma Zînî Wertê di asta herî jor de bû.” Cûdî jî bang li hemû aliyan kir ku cihê xwe di çalakiyê de bigirin û hema demê rojnamvan jî bûyerê bişopînin.