Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdehiyê ya KNK’ê Cejna Ziman pîroz kir

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdehiyê ya KNK’ê ku 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir got: “Divê em di roja Cejna Zimanê Kurdî bi sirûda zimanê me hebûn û nasnameya me ye, divê çalakî bên kirin.”

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdehiyê ya KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi sedan sal in ji bo domandina hebûna xwe, gelê Kurd têkoşîneke xurt dike. Di vê prosesa têkoşînê da çeperê parastina ziman her dem li pêş bûye. Dagîrkeran ji bo têkbirin û helandin gelê Kurd ji bişavtina zimanî destpê kirin û pilanên asîmîlasyonê wekî makîneya herî dijwar bi kar anîn. Lê dewlet serê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê û cangoriyên wê, pêşengên Kurdan, dayikên perwerdekarên nifşan, dilsojên ziman û wêjeya Kurdî, hewlên helandin dijminan sernegirtin. Zimanê şirînê Kurdî di nava şert û mercên pir zehmet de li berxwe da û li ser lingan ma û hîna jî jiyan dike.

Bi bizav û xebatên parastina zimanê xwe, gelê Kurd di serî de hebûna xwe parast û xwe zindî hişt û xwe gihande roja îro. Em li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-KNK ê, bi giyanê berxwedan û berdewamîdana xebatên vejandina zimanê zikmakî, Cejna Zimanê Kurdî li gele xwe pîroz dikin.

Em ji bîr nekin, ku metirsiya asîmîlasyonê bi taybetî li Bakûr, Rojava û Rojhilatê welat hîna jî didome, raste tirsa mirandina zimanî bi têkosîn û qurbaniyên bizava rizgarîxwaz, li paş maye. Lê ji ber ku hebûna zimanê Kurdî neketiye warê statûyeke fermî û ji hêla zagonên dewleta Tirk, Îran û Sûriyê ve nehatiye qebûl kirin û parastin, wê gev û givaş û metirsî li van perçeyên Kurdistanê berdewam bikin. Ji bo vê jî pêwîste gelê me bi hestiyarî û bi berpirsiyarî tev bigere. Dagîrker rê bide yan na, pêdiviye gelê me zimanê xwe li malan, li kolan û kûçeyan, di nav danûstandina rojane û di hemû warên jiyanêda bikarbîne.

Ji bo ku Kurdî di nav sîstemê perwerdeyê yê dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê da fermiyetê werbigire, di rojên Cejna Zimanê Kurdî da (14-15-16’ê Gulanê) daxwazên ji bo perwerdeya Kurdî û li jêr dirûşmeya "Zimanê me hebûn û nasnameya me ye“ divê bê bilindtir kirin.

Li Başûr statûya fermî ya zimanê Kurdî heye û qanûna bingehîn ya dewleta Iraqê, li kêleka zimanê Erebî zimanê Kurdî,weke zimanê duyem yê dewletê qebûl kiriye, zimanê Kurdî ji pêş dibistanan heya bi zanîngehan tê xwendin û nivêsîn. Li ser temamî saziyên dewletê û di nava danûstandinên fermî û nefermî de, zimanê Kurdî heye û tê qebûl kirin, li ser nasname û pasportan û piraniya dekomentan bi Kurdî û Erebî hatiye nivêsîn. serbarê hemû kêmasiyan re jî, ev yek cihê dilxweşî û şabûn û pêzanînê ye.

Cejna zimanê Kurdî di sala 2006’an de ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK)ê ve, her sal li rojên (14-15-16’ê Gulanê) wek Roja Zimanê Kurdî hat ragihandin û ji aliyê hemû sazî û rêxistinên Kurdan û Gelê Kurd ve jî hat pejirandin. Ji milekê ve dorpêça li ser bi karînana zimanî didome, li milê dî Kurd bi xwe hêj jî pûteyê pêdivî nadine zimanê xwe û derfetên bi karînana zimanê xwe berteng digirin. Bi zimanekî vekirî asîmîlasyona dewletên dagîrker bi metod û teknîkên nû didomin û herwisa otoasîmîlasyona navxweyî jî bi rengekê berçav berdewam e.

Bi xemgînî didin nîşandan ku li gel zextên dagirkaran jî hewldanên pir girîngî nadin xwe jî dewam dike, ev jî rê li ber oto-asîmlasyonê vediek.

Pêwîste em rê nedin ku kiriyarên bişavtina zimanê Kurdî serbikevin, di vî warî dw em Kurd yek deng, yek dil û yek helwest bin.”