'Komên paramîlîter projeyeke MÎT'ê ye'

Li Wanê, bi navê Komeleya Welatparêzan karê li dijî Kurdan dewam dike. Li taxên bajêr komên çekdar digerin. Li gorî Botan ê HDP'yî ev yek projeyeke MÎT'ê ye.

Li Wanê, dema dawî bi navê komeleyan hin komên paramîlîter tên avkairin. Ev komên ku hewl didin xwe li medya civakî û li nava civakê bi rêxistin bikin, gelekî rehet tevdigerin. Tê gotin, sedema vê yekê jî ew e ku MÎT piştgiriya wan dike.

Bi taybetî hin ciwanên tên xapandin, li van komeleyan bi navê "Esasên parastina welêt" ders tên dayin. Li van komeleyan ji ciwanan re qala 'pîroziya mirin û kuştinê' tê kirin û Kurd weke gefek li dijî dewletê tên nîşandan. Piştî ku ev komele li Wanê ava bûn, li gelek herêmên bajêr komên çekdar hatin dîtin. Ev kom her wiha Nîşaneya Osmanî li wesayit û mînîbusên xwe ve dikin û bi vî rengî li nava bajêr digerin.

Tê zanîn, dema serhildana Kobanê, Berdevkê AKP'ê Yasîn Aktay li Wanê bi hin komên Îslamî/olperest re civîn kiribû , ji wan re gotibû, 'Ya ku dewlet nikare bike hûn ê bikin', ji wan xwestibû ku rahêjin çekê, lê belê hin Îslamiyên wê wextê tevlî civînê bûn nerazîbûn nîşan dabûn , gotibûn 'Hûn ê nikaribin cînayetê bi me bidin kirin' û ji ber vê yekê plan neketibû meriyetê.

Piştî şerê navxweyî yê dewletê yê 15'ê Tîrmehê, bi MHP'ê re koalîsyona olperest-nîjadperest hate avakirin û li gorî vê yekê siyaset tê meşandin. Li Wanê Komeleya Ocaxên Osmanî û Welatparêz hate avakirin. Komeleya bi navê Welatparêzan karê xwe didomîne. Li komeleyê li ser Quranê sond tê xwarin.

MÎT PIŞTGIRIYÊ DIDE

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan anî ziman ku komeleyên navborî bi navê komeleyê karên cuda dike, MÎT piştgiriyê dide wan û yekîneyên dewletê pêşî li rêxistinbûna hin hêzên paramîlîter vedikin. Botan got, "Ev 'rêxistinên civakî yên sivîl' ên ji aliyê hin derdorên berjewendîparêz ve li ser komên etnîkî tên avakirin, xwedî mîsyoneke nexêr e... Rûspiyên hin malbatan, rewşenbîr û siyasetmedarên li vê derê girîng e bi baldarî û berpirsyarî tevbigerin û nehêlin ku ciwan tevlî vî karê qirêj bên kirin."

Botan destnîşan kir, eger rewşeke neyînî biqewimin an jî pirsgirêkên civakî di vî warî de rû bidin, wê rayedarên dewletê ji vê yekê berpirsyar bin.