Komeleya 78'an: Çareserî bi Ocalan dibe

Komeleya 78'an diyar kir ku aktorê sereke yê çareseriyê Ocalan e û destnîşan kir, divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Komeleya 78'an li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya komeleyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Tecrîd dikuje, hevgirtin dide jiyîn" hate vekirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Dersim Dag û Remziye Tosûn, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan û rêveberên komeleyê tevlî civînê bûn. Rêveberê komeleyê Rifat Ronî daxuyanî xwend û got, "Hikumeta AKP-MHP mîna hikumetên beriya xwe û rayedarên berê yên dewletê di cihêkarî, înkar, tinekirin, tecrîdê de israr dike."

'GOTINÊN OCALAN RÊ LI BER ÇARESERIYÊ VEDIKIN'

Ronî bi bîr xist ku di salên 2012, 2016, 2018 û 2019'an de bi gotineke tenê ya Ocalan grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî bi dawî bûn û bal kişand ser hewldanên çareseriyê yên Ocalan ên di pêvajoyên krîtîk de. Ronî anî ziman ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de Ocalan aktorê sereker ye û bi bîr xist, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'ê Gulana 2019'an destûr jê re nehatiye dayin ku parêzerên xwe bibîne û tecrîd hîn jî dewam dike.

'DIVÊ DERFETÊN JI BO HEVDÎTINÊ BÊN AFIRANDIN'

Ronî ragihand ku li gorî peymanên navneteweyî divê şert û mercên hiqûqî ji bo girtiyan û tenduristiya wan bên sererastkirin û got, "Tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din hemû divê tavilê bê bidawîkirin. Ji bo çareseriyê bila şert û mercên hevdîtinê bên afirandin. Bila maseya çareseriyê ji nû ve bê danîn. Ji bo aştiyeke bi rûmet û mayinde bila pêvajoya hevdîtin û danûstandinan dest pê bike. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi piştgirî û yekîtiyê heta tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin."