Komelên Ciwan têkildarî raperîna Başûr daxuyanî da

Koordînasyona Komelên Ciwan têkildarî raperîna gel a li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da û wiha got; “Ev raperîna gelê Kurd wê hêviyên hêzên mêtînger yên li çar parçeyên Kurdistanê û wê ya xeta teslimiyetê bişkîne.”

Koordînasyona Komelên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana gel a li Başûrê Kurdistanê silav kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Di tevayî dîroka Kurdistanê de rêveberiya xweser esas hatiye girtin û li dijî mêtîngeriyê raperîna destpêkê ya li Kurdistanê raperîna Babanzade bigire heta gelek raperînan gelê Başûrê Kurdistanê pêşengtî kiriye û qedera gelê Başûr ne di destê çend malbatekê de ye û di serhildana dawî de derket holê ku gelê Başûr qedera xwe teslîmî partiyekê nake.”

Daxuyanî wiha didome; “Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê li dijî mêtîngeran têdikoşe, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê hevkariya di bin navê ‘Aşbetal’ de berfirehtir dibe, li dijî xeta teslîmiyetê û parastina berjewendiyan gelê me serhildan esas girtiye.  Li Başûrê Kurdistanê ev xeta teslîmiyet û gaspkirina rêveberiyê, ne tenê li Başûrê Kurdistanê li her çar parçeyan gelê Kurd xistiye nava talûkeyan û bi vê siyaseta xwe gelê Kurd li dijî hêzên mêtinger ên wekî Tirkiye, Îran, Iraqê qels kiriye. Gelê me yê ku bi fedakariyekî mezin destkefti bidest xistine bi berxwedanê diparêze.  Ev hikûmeta duh li rexmê li Mihabadê wezarata parastinê hebû û ev rêveberî neparast, piştî wê gelê me yê Êzidî li Şengalê radestî çeteyên DAIŞ’ê kir, bajarê kevnar ê Kurdan Kerkûk bêyî ku saetekê jî li ber xwe bide radestî Heşdî Şebî û hikûmeta Iraqê kir, dema ku mijar dibe Kurdê berxwedêr û birûmet, mîna şêran lê tê û gule li ciwan û gelê Kurd yên ku bûne sembola sekna berxwedêr dibarîne.

Hemû siyaseta ku parastina gel neke, rasterast demokrasiyê esas negire û li gorî berjewendiyên xwe tevbigere wê ji aliyê ciwanên Kurd û gelê Kurd hedef were kirin. Raperîna li Başûr ne raperîna mûçe ye, raperîna gel ya li dijî polîtikayên rêveberiyê ye, ya ku dixwaze xaka başûrê Kurdistanê radestî Tirkiye, Îran û Iraqê bike.

Weke Komelên Ciwan di destpêkê de şehîdên me yên ku di vê serhildanê de bi qehremantî rûmeta gelê xwe parastine û canê xwe feda kirine û em wan bi rêzdarî û minnet bi bîr tînin. Ji ber ku  şikandina xeta teslîmiyetê, şikandina hemû hêviyên mêtîngeran yên li ser çar parçeyên Kurdistanê ye.

Pêngava Serî Hilde ya Komelên Ciwan ku bi hemwext serhildana Başûr; di bin pêşengtiya ciwanên welatparêz û şoreşger yên Başûrê Kurdistanê heta ku em bi şoreşa rast re tacîdar bikin, wê bidome. Li ser vî bingehî em bang li hemû ciwanên Başûr dikin ku tevlî govenda şoreşê bibin û agirê serhildanê geştir bikin.”