Berxwedana mezin a komeke ji gerîla ya li Werxelê

Komeke ji gerîlayên li tunelên şer ên li Werxelê, zêdeyî çar meh in bi taktîkên nû her cûre êrişan têk dibin û navê xwe li berxwedaneke mezin dinivîsînin.

Ya ku her roj bi sedan leşker bi ser wan ve têne şandin, gazên kîmyewî yên nû li dij têne bikaranîn û bi tonan bombe li wan têne barandin, tenê komeke ji gerîla ye. Ew koma ji gerîla li gel van hemûyan jî ne tenê li ber xwe didin, her wiha bersivê jî didin.

Qada Werxelê ya Avaşînê ji 7'ê Hezîranê ve ne tenê şahidiyê ji êrişeke bêpîvan a bênavber re dike, di heman demê de şahidiyê ji berxwedana herî mezin re jî dike. Gerîlayên ku li gel şert û mercên herî giran ê şer dest ji çeperên xwe bernadin, pîlanên dagirkerî û tunekirinê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têk dibin. Artêşa Tirk ku fêhm kir beriya payîzê nikare vê qadê dagir bike, her cûre çek, teknîk, gaz, teqemenî çi hebe bi kar anî. Çek û teqemeniyên ku heta niha qet bi kar neaniye jî li dijî gerîla bi kar tîne.

Bi taybetî ji 20'ê Îlonê û vir ve li qadên Werxelê li dijî gerîla pêleke nû ya êrişê dest pê kir. Teqemenî û gazên kîmyewî yên il tunelê şer bi kar tînin, beriya niha ti operasyon û êrişekê de nehatibûn bikaranîn. Teqînên ku di dema bikaranîna van gazên kîmyewî de rû didin ji dûrahiyeke bi kîlometreyan jî tê bihîstin û hîskirin. Ev êrişa nû nîşan dide ku artêşa Tirk di hovîtiyê de sînoran nas nake.

Dîmenên ku bi kameraya gerîla di 2'ê Cotmehê de hatin qeydkirin, bi taybetî nîşan dide ku teqînên dijwar ên ji 20'ê Îlonê ve rû didin xisareke çawa û hovîtiyeke çawa li herêmê dike. Di dîmen de tê dîtin ku leşkerên Tirk ji tehtan ve herî kêm bi 70 kîloyî teqemeniyan berdidin devê tunelan. Ji bo pêşî li gerîla bigirin ku nikaribin derkevin derve û çalakiyan bikin, xefikan û teqemeniyên ji gazên kîmyewî li devê tunelan bi cih dikin. Gerîlayan bi dehan carî ev teqemenî îmha kirin û derkertin derveyî tunelan û derb li leşkerên Tirk xistin.

Gerîlayên ku li Werxelê li ber xwe didin her cûre êrişan bi taktîkên nû têk dibin û mohra xwe datînin binê berxwedaneke mezin.