Komek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên HPG’ê bûn

Ciwanên Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya kampanyaya “Serî Hilde” ya Komelên Ciwanan dabû destpêkirin de, tevlî refên gerîla bûn.

Piştî ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngava “SERÎ HILDE” kirin, komek din a ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayên HPG'ê bûn. Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên tevlî nava refên gerîla bûne, bi peyama dan banga tevlîbûnê kirin.

Li ser navê ciwanan Peyzend Yarsanî daxuyanî da:

“Em weke ciwanên Başûrê Kurdîstanê ji ber rewşa hestyar a welet beşdarî nava refên gerîla bûne. Li dijî dagirkerên ku timî bi her rengî êrîşî ser hemû tiştên bi nirx ên welatê me dikin, em tevlî bûne. Li dijî êrîşan gelê me timî li ber xwe daye. Li dijî van êrîşan rawestiyane. Xebat û têkoşîna xwe berdewam kirine. Ji bo gihiştina lûtkeya qonaxa dawî, rê tenê xeta PKK'ê û fikrên Rêber Apo ye. Dijminên gelê Kurd hemû hêza xwe ji bo girtina Rêber Apo û fikrên wî bi kar anî. 19 sal e tecrîdê li ser Rêber Apo didin, meşandin û dixwazin bi zext û gefan vîna milyonan kesan di kesayeta Rêber Apo de dîl bigirin. Em ê weke ciwanên Başûrê Kurdistanê xwedî li Rêber Apo derkevin û girîngiyê bi xebata xwe bidin.” Yarsan anî zmian ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû azadîxwazan e.

Yarsanî di dewama daxuyaniyê de ev tişt got: “Li Başûrê Kurdistanê ji ber krîza aborî, siyasî û pêşbaziya partiyan, serkeftina şerê qehremane yê pêşmergeyan ê li hember çeteyên DAIŞ'ê qet sûdek neda gelê Kurd, tenê ziyan gihand gelê Kurd. Sedem jî pêşbaziya partiyên siyasî bûn. Di nava çar salên bihurî de, xaka Başûrê Kurdistanê bi xwîna pêşmerge û gerîla hat parastin, lê ji ber siyaseta şaş a desthilatdariya Herêma Kurdistanê, hêviya gelê me şikest. Lê wê gelê Kurd di ti deman de neşkê û wê bilind bibe. Em bang li hemû ciwanên Kurd dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin.

Berî niha bi çend rojan jî komek ciwanên Başûrê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bibûn û bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kiribûn ku tevlî nav refên gerîla bibin.”