Komalên Ciwan bang kir ku her deverê bikin qada berxwedanê

Komalên Ciwan li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk bang li ciwanan kir ku her deverê bikin qada berxwedanê.

Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê bang li ciwanan kir ku bi ruhê 'Serî hilde' bikevin nava liv û tevgerê û her deverê bikin qada berxwedanê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, şefê taybet ê rejîma AKP-MHP'ê Tayyîp Erdogan li dijî Kurdan û gelên Kurdistanê ji bo tinekirinê dest bi êrîşa qirkirinê û îmhayê ya topyekûn kiriye.

Komalên Ciwan diyar kir ku divê êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên li dijî gel bi ti rengî neyên qebûlkirin û her ciwan li her qada ku lê ne bi berpirsyariya pêşengiyê tevbigerin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bilî jiyana azad divê em ti jiyanê qebûl nekin. Bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî bi taybetî ciwanên Bakurê Kurdistanê em bang li ciwanên tevahiya Kurdistanê dikin ku li dijî şerê topyekûn bi biryara berxwedana topyekûn bibin pêşengên ruhê seferberiyê."