Koma Zîlan li çiyayên azad bû

Koma Zîlan a ji Rojavayê Kurdistanê tevlî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Li gel êrîşên giran û bê navber ên artêşa Tirk a dagirker, li herêmên gerîla pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê dewam dikin. Koma Zîlan a ji Rojavayê Kurdistanê hat, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî pîrozbahiyan bû.

Endamên Koma Zîlan ku du caran serdana çiyayên azad kirin, ji ANF'ê re axivîn. Selman Îbrahîm got, "Weke Koma Zîlan em ji Rojavayê Kurdistanê hatin. Şervanên gelê Kurd li wê derê tevî şervanên Ereb, Asûrî û Suryanî ji bo azadiyê şer dikin. Silavê hemûyan ji bo gerîla heye. Ji bo 15'ê Tebaxê em bi kêf û coşeke mezin hatin cem gerîla."

COŞA ÎSAL ZÊDE YE

Mizgîn Mahmûd jî diyar kir ku li gorî salên bihurî, pîrozbahiyên îsal gelekî cuda ne û anî ziman ku ew îsal bi coşeke mezintir tevlî pîrozbahiyên gerîla bûne. Mahmûd silav li hemû şervanên li çeperên çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin kir û cejna hemûyan pîroz kir.

GELEKÎ BI KÊF Û KELECANÎ YE

Sumeya Mûhammed diyar kir ku ew ji gelek kanton û bajaran tevlî van pîrozbahiyan bûne û got, "Gelekî kêfxweş û kelecanî me. Nizanim bê çawa karibim van hestên xwe yên kêfxweşiyê bînim ziman. Îro ji bo me rojeke pîroz e, rojeke ku mîna cejnê ye."

BERXWEDANA BÊ HEMPA

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk li merasîma ku Koma Zîlan lê bû axivî û diyar kir ku di oxira azadiya çar parçeyên Kurdistanê de ew gav bi gav şehîdan didin. Çewlîk destnîşan kir ku berxwedana heyî berxwedaneke bêhempa ye û got, "Di şexsê fermandarê me Egîd û ji fermandarên me yên mezin hevrê Atakan Mahîr de em hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin... Gel gerîla weke hêza rizgariyê dibîne. Em jî dibêjin; em hevrêyên Egîdan, Atakanan e. Şopdarên Sara, Bêrîtan û Zîlanan e. Em bi vî ruhî mezin bûn, bi vî ruhî mezin dibin û em ê têkoşîna xwe ya bi vî ruhî bi ser bixînin."