Li gorî agahiyên ji harêmê hatin girtin piştî ku Koma ku bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ tên naskirin ku girêdayî PDK’ê ne bi wesayîtên zirxî û çekên giran xwestin bikevin qadên bajarokê Xanesor ê Şengalê ku di bin kontrola hêzên YBŞ’ê de ne, niha jî welatiyên Xanesorê asteng dikin û nahêlin ji bajarokê Sînonê û cihên din vegerin Xanesorê.
Hate ragihandin ku heman Koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ hejmarek din a zêde ya hêzên xwe yên bi çekên giran û wesayîtên zixî sewqî herêmê kirine.
Dîsa hate diyarkirin ku Koma bi navê ‘Pêşmergeyên Rojava’ bi îdaiya ku wê sînorên di navbera Şengal û Rojava de bi parêzin û metirsî heye, dixwazin li wê herêmê bi cih bibin, lê hêjayî gotinê ye ku cihê behsa wê tê kirin, hemû di bin kontrola hêzên YBŞ'ê de ye û di aliyê Rojava jî di bin kontrola YPG û YPJ'ê de ye.