Kolberekî din li Newsûdê bi giranî birîndar bû

Li ser sînorê Newsûd ê Rojhilatê Kurdistanê kolberek ciwan rastî gulebarana hêzên Îranê hat û di êrîşê de bi giranî birîndar bû.

Qetilkirin û birîndarkirina kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve didome.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê  îro kolberekî ciwan ê xelkê bajarokê Ciwanro li ser sînorê Keleber a Newsûd a Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberî dikir ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatiye gulebarankirin. Di encamê de kolberê ciwan ku navê wî Hêmin Mirovetî (18) ye ji pişt ve bi giranî birîndar dibe.

Hêminê birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Quds a bajarokê Pawe.

Di nûçeyê de her wiha qala bîlançoya 6 mehan jî tê kirin û tê diyarkirin îsal bi giştî 31 kolberên ji bajarokê Ciwanroyê hatine qetilkirin an jî birîndar bûne.