Kok: Xerakirina bîrdariyan dijminatiya li Kurdan e

Nivîskar Nazim Kok, hilweşandina bîrdariyan ji aliyê şaredariyên desteserkirî ve nirxand û got, "Dewlet dixwaze hiş û bîra gelê Kurd jê bibe."

Şaredariyên ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatine desteserkirin, piştî daxistina tabelayên bi Kurdî, niha jî peyker û bîrdariyên ku ji bo gelê Kurd hêja ne, hildiweşînin. Lêkolîner, siyasetmedar, nivîskar Nazim Kok li ser hilweşandina bîrdariyan ji ANF'ê re axivî û got, dewlet dixwaze hişê Kurdan jê bibe.

Kok diyar kir, li ser xaka Kurdistanê sîstema talanker, mêtinger û înkarê timî hebû û got, "Kurdan jî li dijî sîstema mêtinger û înkarê ji bo nasnameya xwe timî têkoşiyan. Sîsteman jî li dijî vê têkoşîna mafdar û bi rûmet a gelê Kurd serî li rêbazên komkujî, sirgûn û girtinê dan. Ji dema damezrandina komarê û vir ve bûyerên Şêx Sedî, Seîd Riza, Geliyê Zîlan û yên mîna wan qewimîn. Vê yekê bêguman gelê Kurd bêhtir hişyar kir, kir ku fêhm bike û bi xurtî têbikoşe."

Kok da xuyakirin ku salên 90'î li pêşberî bandora têkoşîna zadiyê ya Kurd a li ser gelê Kurd, dewletê careke din dest bi komkujiyan kir û wiha dewam kir: "Mînak; li bajarên Kurdan Şirnex, Cizîr û Nisêbînê di dema Cejna Newrozê de ku Kurd weke cejna berxwedanê dibînin, komkujî hatin kirin. Ev yek ji ber înkarkirina nasnameya gelê Kurd û xweranegirtina li hebûna Kurdan rû da."

BÎRDARIYA NEWROZÊ HILWEŞANDIN Û LI ŞÛNA WÊ KÛLEYA SAETÊ DANÎN

Kok yeki ji wan şahidan e, ku sala 1992'an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema pîrozbahiya Newrozê de êrîşa hêzên dewletê ya li ser gel dît ku bi dehan kes wê wextê hatibûn kuştin. Kok li ser hilweşandina bîrdariya Newrozê û bîrdariyên li bajarên din ên Kurdistanê ev tespît kir: "Sala 1992'an di dema pîrozbahiya Newrozê de me li Nisêbînê dît bê dewletê çawa komkujî li gel kir. Wê rojê di pîrozbahiya Cejna Newrozê de panzêran pê li sivîlan kirin û guleyên rastî li gel reşandin. Bi dehan sivîl hatin kuştin.

Sala 2013'an ji aliyê şaredara wê wextê Ayşe Gokkan ve ji bo 16 mirovên di Newroza 92'an de hatin kuştin, bîrdariyeke sembolîk hate çêkirin. Qeyûmê ku li şaredariya Nisêbînê hate bicihkirin ev Bîrdariya Newrozê xera kir û li şûna wê jî kûleya saetê danî. Li Qoserê peykerê Ûgûr Kaymaz, li Parka Rojava ya Amedê Bîrdariya Roboskî û peykerê Şêx Seîd, li Cizîrê bîrdariya siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan û li Efrînê peykerê Kawa, çend ji van e. Li gel xweranegirtinê, ji bo hişê gelê Kurd jê bibe û nîşaneyên dîrokî ji holê rakirin, ev yek hatiye kirin."

GELÊ NISÊBÎNÊ TEVÎ ZEXT Û ZORDARIYÊ DI HILBIJARTINÊ DE HELWESTA XWE NÎŞAN DA

Kok got, "Ev hewldaên dewleta Tirk nîşaneya tirsa ji gelê Kurd, nefret û xweranegirtina li nasnameya Kurdan e" û destnîşan kir ku armanca sereke ya dewletê dijminatiya li Kurdan e. Kok ragihand, li Kurdistanê zarokên biçûk jî bi çand, dîrok û hişmendiya têkoşîna gelê Kurd mezin dibin û herî dawî got, "Dibe ku niha nerazîbûna gel hinekî kêm bûye, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku gelê Kurd tirsiya ye, ya jî hin tişt qebû kiriye. Xwedî sekneke hîn têgihiştî, hevgirtî û zelal e.

Tevî êş û zexta giran a dewleta Tirk di nava 3 salan de li gelê Nisêbînê kir, di hilbijartinên dawî de gel sekneke zelal, bi biryar û serbilind nîşan da. Yanî gelê Kurd ji niha û pê ve ne ji bîr dike, ne ditirse, ne jî bêdeng dimîne. Tenê li benda wê kêliyê ye ku bi rengekî demokratîk nîşan bide. Ji ber ku gelê Kurd bûye xwedî nasnameyeke polîtîk a azadî û demokrasiyê dixwaze. Hîn bêhtir li dora ziman, nasname û hişmendiya xwe ya dîrokî civiya ye, xwe bi rêxistin kiriye."