KODAR, KJAR û PJAK’ê şehîdên 9’ê Gulanê bi bîr anîn

KODAR, KJAR û PJAK’ê şehîdên 9’ê Gulanê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Eslamiyan bi bîr anîn.

Ji ber salvegera darvekirina şehîdên 9’ê Gulanê Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Eslamiyan, ku rejîma Îranê ew dar ve kiribûn, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeya Demokrat û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) daxuyaniyeke nivîskî dan.

PJAK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Dîrok ne jiyannameya kesayetî û qehremaniyan e, dîrok berxwedana têkoşer, canfedayan, berxwedana takekesî û civakî ya mirovahiyê ye. Dema ku em behsa dîrokê dikin divê em behsa dîroka berxwedan û dîroka sitemkarî û zordariyê bikin û bi vî awayî rûpelekî nû vekin. Dîroka Îran û hikûmeta wê hertim divê bi vê çarçoveyê de were nirxandin. Ew jî ew e ku Hikûmeta Îranê di dîroka xwe de bi hemû awayî hewl daye ji bo ku îradeya kes û gelê me teslîm bigre û bêxe zindanê. Êşkence kirin û darvekirin siyaseta Îran û dîroka hikûmeta Îranê ye.”

PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got; “Piştî sala 1979’an pêlek ya êşkence, kêmkirin, teror kirin û darvekirinê li Îranê rûda. Ti mînakên vê yekê di wê cografyayê de nehatine dîtin. Îran her tim bi sîstema tobekirina bi zorê hewl daye da ku hemû tevgerên şoreşgerî têk bibe. Lê nimûneya yekem ya ku ev sîstem li hember wê şikest berxwedana Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî bû. Ji ber ku evane heya duh di bin êşkence û zoriyê de li ber xwe didan. Neşikestin û xwe radestî sîstema tobekarî ya hikûmeta Îslamî nekirin. Ev jî xaleke dîrokiye li nav gelên Îranê. Ev berxwedan hêla ku hikûmeta Îranê têde bişkê.”

Herwiha KODAR’ê jî di daxuyaniya xwe de bal kişande ser berxwedana şehîdên 9’ê Gulanê û got; “Îro heke hikûmeta Îranê di nav qeyrana aborî û siyasî de be, sedema wê tenê êşkence û darvekirin e. Çawa ku me dît sala derbazbûyî gelên Îranê ji bo azadiyê rabûn serhildanê, tekoşîna Kemanger û hevalên wî jî gurzek giran li hikûmeta Îranê dan. Hemû hewldanên hikûmetê bi wê mebestê ne ku temenê xwe dirêj bike. Di vê demê de ku xwepêşandanên gelan û çalakî rû didin, bi taybet bajarê Sine hêjî berdewam dike, hikûmet hewl dide bi bernameyên derew gel ji serhildanê sar bike.’’

KODAR’ê herî dawî got; “Qeyrana siyasi ya li Îranê wê weke bombeyeke bi serhildanên gelan biteqe. Pêwîste gelên Îranê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Bûyerên di vê dawiyê de çêdibin dihêle ku hikûmet neçar bibe gavê paş de bavêje û daxwazên gel bi cih bike. Em KODAR heştemîn şehîdbûna salvegera Ferzad Kemanger û hevalên wê bi bîrtînin û soz didin ku heta azadiya hemû gelan em ê li ser rê û rêbaza Kemanger û hevalên wî bimeşin.”

KJAR: REJÎMA ÎRANÊ NIKARE ÎRADEYA GELAN BIŞIKÎNE

Koordînasyona Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) jî bi wesîleya rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Şehîdên 9'ê Gulanê bi berxwedana xwe bûn çirayek îradeya gelan. Rejîma Îranê bi siyaseta xwe ya darvekirinê zextê li gelê me dikir. Rejîmê dixwest bi van kiryarên xwe azadiya ramanê bişikînin. Lê hêzên desthilatdar dizanin ku kiryarên dikin nabin sedem ku gelên azadîxwaz ji hev biçin. Nimûneya herî ber bi çav jî berxwedana şehîdên di girtîgehê de ye. Rejîma Îranê bi ti awayî nekarî îradeya wan jê bistîne. Berevajiyê hemû zext û zoriyê şehîdên 9'ê Gulanê bi berxwedana xwe karîn çokê sîstema qirkirin û koletiyê bişikînin."

KJAR'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kesayeta Şirîn Elemhulî û got; "Şirîn bi beşdarîbûna xwe ya rêzên rizgarîxwaz, bû kelemek li dijî wê zihniyeta ku dixwest jin her tim lewaz bin û bê îrade bin. Bi xuliqandina felseyeya azadîxwaz ji cîhanê re got ku ew fikrên nerênî yên li ser jinê tên kirin xeletiyeke mezine."

KJAR'ê di dawiya daxuyaniya xwe de balkêşa li ser rewşa zindana Ewîn ya li Tahranê û got; "Em niha jî dibînin di zindana Ewîn de kiryarên bê îradekirinê tên kirin. Ev yek li ber çavê herkesî li ciwanên Kurd û neteweya azadîxwaz tê kirin. Wek nimûne ciwanê Kurd ê bi navê Ramîn Hisên Penahî ku hikûmeta Îranê dixwaze darve bike. Ev nîşaneya bêhêziya komarê ya li hember hêzên yeksanxwaziyê ye. Li ku derê tund û tujî hebe, bê guman berxwedan jî wê hebe. Pêwîste Îran bizane çend di bê îradekirinê de bi israr be, wê ewqas nerazîbûn jî mezin bibe û nikare li hember daxwazên gelan bisekine."