KODAR’ê ji ber karesata lehiyê bang kir

KODAR’ê derbarê karesata lehiyê banga alîkariya ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Ji nav 31 eyaletên Îranê li 25 eyaletan lehî çêbûbû. KODAR’ê derbarê lehiyê daxuyanî da.

KODAR’ê diyar kir ku ew ji ber lehiyê xemgîn in û êşa gel hildigirin.

‘JI BER POLÎTÎKAYÊN TAYBET ÊN ÎRANÊ’

‘Serdema Şah, rejîma Îranê jî di nav de li Turkmen Sahrayê li ser gelan 40 sal in polîtîkayên cihê tên kirin. Ev lehî ji ber polîtîkatên taybet pêk hatiye. Lehî diyar dike ku rejîma Îranê bi berpirsyarî nêzî van herêman nabe.

Em KODAR diyar dikin ku êşa gel, êşa me ye û bang dikin ku bila alîkariya gelê Rojhilatê Kurdistanê , Îranê, Turkmen Sahrayê were kirin.”