KODAR'ê 4 hawirdorparêzên hatin kuştin bi bîr anî

Komîteya Ekolojiyê ya KODAR'ê, ji malbatên 4 hawirdorparêzên li Merîwanê hatin kuştin sersaxî xwest.

4 hawirdorparêzên ji Meclîsa Çiyayê Sewz (Keskan) a Merîwanê, ji bo vemirandina şewata ji ber topbarana hêzên rejîma Îranê li daristanên Merîwanê derket, çûbûn herêmê. Hawirdorparêz ji aliyê hêzên Îrane ve hatibûn kuştin.

Komîteya Ekolojiyê ya Tevgera Demokrasî û Azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser şewata li Merîwanê û kuştina 4 hawirdorparêzan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ji malbatên her çar hawirdorparêzan sersaxî hat xwestin û hate gotin, şewata li Dersim û Merîwanê hate derxistin, plana hevpar a dagirkerên li Kurdistanê ne.

Komîteya Ekolojiyê ya KODAR'ê da zanîn ku rûyê rast ê dagirkerên li Kurdistanê ne di qeyranên aborî û civakî de di nêzîkatiya wan a ji jîngehê de xuya dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Agirê bi daristanên Dersim û Merîwanê hate xistin, rûyê rast ê dagirkerên Kurdistanê eşkere dike. Eger berdêlên wê giran jî be li Kurdistanê barekî giran ê berpirsyariyê dikeve li ser milê gel. Hawirdorparêzên Kurdistanê daristanan weke beşeke xwe dîtine. Ji ber vê yekê Şerîf Bacwer û hevalên wî yên jîngehparêz jiyana xwe ji dest dan. Van mirovên hêja ji bo tefandina agir hewl dan."

KODAR'ê di dawiyê de jî sersaxî ji Malbata Şerîf û hevalên wî, ji gelê bajarê Merîwanê ku bi jîngehparêziya xwe tê zanîn xwest û da zanîn ku bi têkoşîna li ser şopa wan wê tola herî rast ji kujeran hilînin.