KODAR: Bila biratiya sedan salî ya gelên Kurd û Azerî ya li Neqedê were parastin

KODAR’ê têkildarê aloziya 7’ê Tebaxê ya li bajarê Neqedê ku di encamê de 2 Kurdan jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniyek nivîskî da û ji bo parastina yekîtiya gelên Kurd û Azerî bang kir.

Têkildarî aloziya 7'ê Tebaxê ya li bajarê Neqedê ya parêzgeha Ûrmiyê, ku kesekî Azerî bi kêrê êriş bir ser ciwanên Kurd, ciwanek qetil kir û bi destwerdana hêzên rejîma Îranê ciwanekî din ê Kurd hate kuştin, Civaka Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KODAR'ê diyar kir ku ew bûyer bû zemînek ku rejîma Îranê bi rengekî firsendxwaz ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û faşîstî bikar bîne. KODAR’ê her wiha ragihand ku li hemberî bûyerên bi vî rengî pêwîste biratî û bi hevrejiyana sedan salî ya Kurd û Azerî ya li Neqedê were parastin û li dijî siyasetên rejîma Îranê bisekinin.

Di dewama daxuyaniyê de KODAR’ê destnîşan kir ku piştî ciwanê Kurd jiyana xwe ji dest da û girseyek ji Kurdên wê derê ji bo nerazîbûn nîşan bidin kom bûn, hêzên polîsan ev yek mîna firsendekê dîtine û dest bi serkutkirina wan kirine da ku hewldanên rejîmê yên xistina cihêkarî ya di navbera gelên Kurd û Azerî yên li wê bajarê nîşan bidin. 

KODAR'ê bi dewamî bal kişande ser biratiya sedan salî ya gelên Kurd û Azerî û wiha pêde çû: "Bi sedan sale ku ev her du gel li rex hevdu dijîn. Lê bi derketina dewlet-netewe ya faşîst a Pehlewî û Komara Wîlayî, her du rejîman ji bo afirandina nakokî û cihêkariya kûr a ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê, dest bi çêkirina tevlîheviyê kirine. Bêguman her şer û cihêkarî wê bi zirara gelên Kurd û Azerî û di berjewendiya rejîmê de be. Rejîmê hê jî dest ji siyasetên xwe yên cihêkarî yên di destpêka şoreşa 1979’an ya di navbera gelan bernedaye, zêdetir jî kiriye. Yek ji armanca vê siyasetê kontrolkirina her du gelên bindest Kurd û Azerî ye. Di demekê de ku azadî ji wan gelan hatî girtin û qeyran û felaket di asta herî jor de ye, yekane rêya ji bo domandina bihevrejiyana aştîxwaz ev e ku dest ji cihêkarî bê berdan û li hemberî siyasetên qeyranî û cihêkar ên rejîmê bisekinin."

Di beşek din a daxuyaniyê de KODAR’ê işaret bi plansaziya siyaset û komployên rejîma Îranê ya ji bo gelan hate kirin û hate gotin, "Di hêla siyasî û komployên ku rejîma Îranê ji bo gelan plan kiriye de, siyasetên faşîstî yên rejîmê hem di rasteya siyasetên dewleta Tirkiyê li dijî gelan e û hewl dide ku siyasetê wê dewletê bi hemahengî û plansazî li Azerbaycan û Rojhilatê Kurdistanê dubare bike. Têkiliyên siyasî û dîplomatîk ên kûr ên Îran û Tirkiyê bi ruxmê dijminatiya kevin û dîrokî, ji bilî van armancan di rasteya berjewendiyên gel de nîne. Di demekê de ku Îran bi saya nerazîbûnên sivîl ên gelan ber bi guhertinê ve diçe, qewimîna bûyerên wiha û çêbûna nakokî û cihêkarî wê ne di berjewendiya paşeroja demokratîk û biratiyê de be. Gelan bi xwe spartina xwe ya bi vîna xwe ya civakî û sivîl dikarin pêşî li pêkhatina van siyasetên faşîstî û dubarebûna bûyerên nexweş bigirin ku bêguman ev yek bi yekîtiya gelan ve pêkan dibe."

KODAR di dewama daxuyaniyê de bi van gotinan işaret bi çavkaniya bûyerê û metirsiyên wê kiriye, "Bêguman her şer û aloziyek nîşan dide ku qeyranên kûr û bêzarker ên civakî hene ku yekane sedemê çêbûna wê sîstema desthilat û zalim e. Dema her du gelên Kurd û Azerî bindest in û di demekê de ku di hewldana bidest xistina daxwaz, maf û azadiyên xwe de ne, teqez bûyerên trajîk ên civakî zêdetir bingehê serkutkirinê ji bo rejîmê ava dike."

Di dawiyê de jî KODAR’ê bibîr xist ku wan berê jî hem bi awayekî kirdeyî û hem jî bi nivîskî bername û plansaziya xwe ya ji bo xurtkirina biratî û bi hevrejiyana aştîxwaz ya ji bo niha û paşerojê ya her du gelên Kurd û Azerî îlan kirine û wiha domand; "Hemû hewldanên me ji bo parastina biratiya dîrokî ye da ku pêşî li qutbûnê bigirin. Îro jî destnîşan dikin ku divê ji bo çareseriya nakokiyan û pêşîgirtina bûyerên nexweş, şêniyên Kurd û Azerî yên Neqedê bi xwe, bêyî destwerdana faşîstî ya rejîmê pêşengiyê bikin. Îrade û zanabûna her du gelên mezin jî têra domandina biratiya ku bi sedan sale heye dike. Avakirina pêşerojeke azad û demokratîk di civakekî pirnetew mîna Îran û Rojhilatê Kuridstanê de tenê bi biratiya gelan ve pêkan e. Hemû hewldanên niha yên rejîma Îranê eve ku bi her şêwazî vê biratiyê têk bide. Lewma bang li hemû kesimên zana û hişyar ên gelên Kurd û Azerî dikîn ku destûr nedin rejîma faşîst ku bi destwerdanên xwe yên zalimane vê biratiya qawîm têk bide."