Di vê dema şewbê de koçber ne xema kesî ye!

Maske, dezenfektan, malzemeyên tenduristiyê bi destê penaberan nakevin. Nayê zanîn ku çend ji wan bi vîrûsê ketine, yan jî vîrûsê çiqasî bandor li wan kiriye.

Wan ku li ser sînorê Îranê ye, yek ji rêgehên girîng ên koçberiyê ye. Koçber gelek caran ji aliyê bazirganên mirovan ve di rê de tên hiştin, gelek caran jî ji ber serma û seqemê jiyana xwe ji dest didin. Niha jî şewba vîrûsa koronayê bûye gefa mirinê.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Koçê ya Wanê Hanîfe Guzel diyar kir, bi milyonan mirovên ji ber sedemên aborî û siyasî neçar hatin hiştin ku welatê xwe, warê xwe biterikînin, di dema şewbê de di nava şert û mercên zor û zehmet de ne. Hanîfe Guzel got, "Di dema asayî de jî derfetên wan ên xwarinê kêm in û nikarin xwe li deverekê bistirên. Niha di rewşeke hîn girantir de ne. Li hemberî koçbera her timî nêzîkatiyeke xemsar dihate nîşandan, ku di vê demê de kes guh nade wan."

Guzel diyar kir ku her kes hewl dide xwe ji vîrûsê biparêze, mafê her kesî ye ku li welatê lê dimîne bê parastin, lê belê nêzîkatiya ku koçberan weke 'pirsgirêkeke ewlekariyê' dibîne, dibe sedema encamên gelekî girantir. Guzel li gel ewlekariya jiyana wan bal kişand ser pirsgirêkên xwarinê û stargehê yên koçberan û got, "Ya ku em dibînin û dibihîzin ew e, ku şert û mercên jiyanê yên van mirovan girantir dibe."

HEJMARA KOÇBERÊN JIYANA XWE JI DEST DIDIN TÊ VEŞARTIN

Guzel anî ziman ku nexweşxane jî koçberan tedawî nakin û got, "Hejmara koçberên jiyana xwe ji dest didin ne kêm e. Hejmarên fermî gelekî kêm in û ev yek hejmara rastî nîne. Pêwîstiyê pê nabînin ku hejmara koçberên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin eşkere bikin."