Kobanê û Rêberê Gelê Kurd Ocalan

Hêz û ruhê Hem û Kerhê di serketina Kobanê û şikandina çeteyên DAÎŞ'ê de careke din vegeriya nava gel, ew jî bi saya felsefe û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû.

Ehmedê Pîrê bi temenê xwe yê mezin bê rawestandin 7 sal in di saziyên xweseriya demokratîk de li bajarê Kobanê dixebite. Cil û bergê wî her rengek in, ew jî îfada cilên şoreşgeran dike. Dibe ku apê Ehmed pir rojevê jî naşopîne ku niha careke din Kurd bûne rojeva dinyayê ye. Lê vîn, hêz û moralê wî her astê herî bilind de ne.

Dema me pirsî tu her di nav liv û tevgerê de yî, tu nawestî? Yekser bersiva xwe wiha bû: "Ez şagirtê Rêber Apo me, çawa biwestim." 

Xelkê vê herêmê bi sed salan xwe di rêka êl û çanda xwe rê ve dibir. Di sê sed salên dawî de ku Osmanî êrîşek anî ser êlên Berazan, Hem û Kerhê ku du egîdên Kobanê bûn bi berxwedaneke pir mezin şehîd ketin. Heta niha jî dengbêj û dîroknas pesna wan di ode û civatan de didin. Lê piştî serhildana wan dişke êdî ev xelk bê hêvî û moral dijî heta ew serhildanên li Kurdistanê qewimîn hemû bi bin ketin. Her ev xelk xwe bi qedera xwe ya reş de girê dide.

Hêz û ruhê Hem û Kerhê di serketina Kobanê û şikandina çeteyên DAÎŞ'ê de careke din vegeriya nava xelk, ew jî bi saya felsefe û nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû.

Heta salên heştiyê ku hinek ciwan ji ser xetê ango bakur tên Kobanê.

Dr. Xalid Mixtar ku ew wê demê ciwanekî kurdperwer bû, lê ew jî weke her kesî bê hêvî bûye. Ji me re got, "Di sala 1979'an xortek ji bakur hat, navê xwe Etem bû. Ji me re qala Kurd û Kurdistanê kir. Xalid wiha pê de çû "Raste gotinên xweş dikir, lê min bawer nedikir ku em dikaribin tiştekî bikin, heta rojekê Rêber Apo min dît. Piştî nîqaş û sohbetê êdî hêdî hêdî ruh bi min hat, wekî dareke êdî ji tînan ber mirinê be û av bigihêjê."