KNK: Roja Rojnamevaniya Kurdistanê pîroz be

KNK'ê bal kişand ser pîlanên dagirkeran ên ji bo afirandina nakokiyan navbera hêzên Kurdistanê de û diyar kir, di demeke wiha de gelekî girîng e ku çapemeniya Kurdistanê bi erka xwe ya welatparêziyê rabin.

Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi wesîleya 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdistanê peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "22'ê Nîsana 1898'an yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan ji alî 'Miqdad Methet Bedirxan' ve hate weşandin. Bi vê helkeftê roja 22'ê Nîsanê wek roja rojnamevanî û çapemeniya kurdî hatiye destnîşankirin. Di wê rojê were heta îro karwanê çapemenî û rojnamevaniya kurdî mil bi milê  xebat û tekoşînê ji bo azadî û demokrasî û dadperweriya civakiyê de berdewam bûye. Rojnameya Kurdistan di qonaxekê de çavên xwe vekirin ku Kurdistan di bin desthilata paşverû ya Osmaniyan, ji aliyê siyasî û aborî û civakiyê de nuqmê rojgareke tarî û zulmatê bibû. Ew rojname, wê demê çirîskeke ronahiyê da wê tarîstanê. Heta tuxîbekê baş û berçav  karî nûçe û dengûbasên Kurdistanê bide ber çavên navxwe û dinyayê."

KNK'ê bal kişand ser derfetên serdema heyî û diyar kir, "Bi sanahî û lezgînî digehin xelkê. Ji ber wê yekê rol û bandora ragihandin gelek kartêker û zêdetir dikare serederiyê li ser araste û diyarde û bûyeran bike."

KNK'ê ba kişand ser taybetmendiya ragihandin û çapemeniya Kurdistanê û diyar kir, "Ragihandinkarên Kurd ji aliyekî welat hatiye dagirkirin û li aliyê din jî civakê wî/wê di rewşeke siyasî û aborî hestiyar de ye, di asteke hişmendî û çandiya lawaz de ye. Di wî cihî jî de ku Kurdan cûre azadiyeke rêjeyî ya siyasî heye, xerab bikarînana desthelat û bêdadiya civakî û hestnekirin bi berpirsêtiya neteweyî û mêjûyî xelkê me bêzar kiriye. Lewma erkê ragihandikar û medyakarên Kurd pir zehmetiye.

Di roja îro de, medyakarên kurd naçarin li milekî li ser rewşa navxweyiya siyasî, aborî û civakiya kurdan kar bikin. Li milê din jî dibîne ku hêzên dagirkerên Kurdistanê rojane pîlanên nû û namirovaneyên xwe li dijî xelkê Kurdistanê didomînin. Serbarê dagirkarî û êrîşên neyaran, pîlanan ji bo nakokî derxistin û dadana şerê navxweyî di navbera kurdan de dadirêjin. Wek ya di niha de dewleta Tirkiyeyê dike. Lewma pir girînge hemû rehendên pîşeyîbûn, hevwelatîbûn û welatparêzîbûn di kesayetiya mediyakarê Kurd de kom bibe û ji wan aresteyan ve erkê xwe yê pîroz bigehîne armancan.

Em, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di roja rojnamegerî û çapemeniya kurdî de silavên xwe yên germ bo medyakarên Kurdistanê bi hemû beşên xwe ve dikin. Dest xweşiyê li xebat û kar û ked û zehmetkêşîna wan dikin."