KNK'ê li ser kongreya netewî civînek lidar xist

Li Dihokê bi tevlîbûna nûnerê ji çar parçeyên Kurdistan bi pêşengtiya KNK’ê de li hev kom bûn û bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Kurd û yekîtiya Kongreya Neteweyî.

Bi pêşengtiya Kongreya Netewî ya Kurdistan ji bo gutûbêjkirina rewaşa Kurdistan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi tevlîbûna hejmareke siyasetmedar û rewşenbîrên çar parçeyên Kurdistanê li salona Hotela Cotyar a bajarê Dihokê civînek lidar xistin.

Di civînê de nunerên HDP`ê Abid Îke û Muzeyek Gunes, nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistan Silêman Ereb, rewşenbîrê Rojhilatê Kurdistanê Xidir Elî û ji KNK jî Dr kamuran Berwarî, Hazim Zebarî, Saman Nuh, Ferhad Doskî û endamên rexistinên civaka sivîl û endamên partiyan amade bun.

BÊ YEKÎTÎ SERKETIN NABE

Destpêka civînê nûnera HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Mûzeyen Guneş axivî û bal kişand ser yekîtiya netewî û got: “Di roja îro de ku şerê cîhanê yê sêyemîn tê kirin, eger Kurd yekîtiya xwe saz neke wê ziyaneke mezin bibînin. Eger yekîtiya Kurd pêk neyê wê Kurd di sedsala 21’an de carekî din winda bike.”

Guneş diyar kir ku divê partiyên Kurdî çav li yek hîzbayetiyê nekin û divê di zûtirîn dem de Kongreya Neteweyî wê lidarxistin.

DIVÊ KURD LI DIJÎ ÊRÎŞAN BIBIN YEK

Di civînê de nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê jî axivîn û bal kişand ser êrîşên rejîma Îranê ya li ser baregehên Hîzbî Demokratî Kurdistan-Îran û Hîzbî Demokratî Kurdistan û ev tişt hate gotin: “Ev êrîş carekî din dide diyarkirin dijminên Kurdan ferqê naxe nava Kurdan û êrîşî destkeftiyên hemû Kurdan dike. Ji bo vê jî divê Kurd vê rastiyê bibîne û ev êrîş li ser me ferz dike ku rêxistinekî hevbeş û siyasetekî hevbeş a Kurdan pêk bînin.

Beşdarvanan jî rexneyên tund li Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) kir ku astengiya ji bo kongreya neteweyî çêdike. Beşdarvanan anî ziman ku divê di demek zû de PDK dawî li van kiryarên xwe bîne û tevlî kongreya neteweyî bibe.