Şandeya Kongreya Netewî ya KNK’ê ku bi pêşengtiya Hevserok Ehmed Qeremûs têkildarî aloziyên li Başûrê Kurdistan û pêşîgirtina şerê bi provakasyonên PDK’ê yê şerê Kurd bi Kurd serdana Başûr kiribû, di vê çarçoveyê de îro li gel çalakvanên sivîl û rewşenbîran civiyan.
Şandeya KNK'ê ya ji Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs, endamê Kongreyê Asya Abdullah Endamê Rêveberiya Ofîsa Rûwange ya Kurdistan Merwan Mihemed pêk tên piştî nîvro li navenda Xezel Nûs a Silêmanî bi rewşenbîr û çalakvanên sivîl re ku di bin sêwana Sekoy Niştimanî de kom bûne civiya.
Hevserokê KNK’ê Qeremûs bal kişand ser rol û erkê Sekoya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriya Tirk. Qeremûs diyar kir ku divê hewldanên rewşenbîr û çalakvanên sivîl ên wiha li dijî dagirkeriyê li çar parçeyên Kurdistanê jî pêş bikeve. Qeremûs anî ziman ku ev yek hevbeş e li gel karê KNK’ê.