KNK: Kurdistan wê xala hevpar be

Tê plankirin, ji bo destnîşankirina "yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî û statejiya hevpar", di nava meha Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û hêzên cuda yên civakî, platforma nîqaşê bê avakirin.

KNK'ê, ku xebatên ji bo yekîtiya Kurdan ji nû ve zindî kir, da xuyakirin ku di hevdîtinan de derkete holê ku şert û merc ji bo avakirina platformeke hevpar a têkildarî nîqaşa li ser yekîtiya neteweyî guncaw e û partiyên siyasî jî bi rengekî erênî nêzî mijarê dibin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ku ji bo avakirina platformeke nîqaşê ya li ser kongreya neteweyî û yekîtiya Kurdan roja 12'ê Hezîranê li Silêmanî civîneke çapemeniyê lidar xist, danûstandinên xwe yên bi hêzên siyasî yên Kurd re didomîne. 

Heyeta KNK'ê ku ji Alîkarê Hevserokên KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamên Dîwana KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî, Perwîn Ezîz, Farûk Cemîl, endamên KNK'ê Seyîd Ekrem, Ferhat Dostkî û Şikrûllah Hemed Emîn pêk tê, di destpêkê de li Başûrê Kurdistanê dest bi hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir.

Heman piştî civîna çapemeniyê, heyeta KNK'ê bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran re li Silêmanî, bi Partî Îslamî Komala, Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Partiya Kedkarên Kurdistanê, Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Bizûtneweyî Îslamî li Hewlêrê û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) re jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê rûnişt.

WÊ BI NÛNERÊN ROJHILAT, ROJAVA Û BAKUR RE HEVDÎTINÊ BIKE

Heyeta KNK'ê, piştî civînên bi partiyên siyasî û hêzên civakî yên li Başûrê Kurdistanê, çav li rê ye di rojên pêş de bi partiyên siyasî û dînamîkên civakî yên li Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê re rûnê.

Heyeta KNK'ê, li ser kar û plansaziya xwe agahî da ANF'ê. Endamên heyetê ragihandin, ku di hevdîtinan de reaksiyoneke erênî derketiye holê û destnîşan kirin, ku krîza li Sûriyeyê, krîza Qatarê ya li Kendavê, hewldanên Îranê yên ji bo qewînkirina serweriya xwe li herêmê, hewldanên ji bo pêşîgirtina li Îranê, xewn û xeyalên neo-Osmanî yên Tirkiyeyê, referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê û xeteriyên li çar parçeyên Kurdistanê bûne sedem ku ew kongreya neteweyî bi rengekî cidî bixin rojeva xwe û binirxînin.

DI NAVA TÎRMEHÊ DE WÊ CIVÎN BÊ LIDARXISTIN

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên KNK'ê hatin girtin, ji ber hin şert û mercan û piştî hevdîtinên li Ewropayê, ew plan dikin ku di nava meha Tîrmehê de platforma nîqaşkirina 'stratejiya Kurdistanî, yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî' bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, rûspî, alimên olî û nûnerên odeyên pîşeyî ava bikin. Tê payin ev platform ji 350-400 delegeyan pêk were û bi avakirina komîteyan re ji bo pêkanîna kongreya neteweyî konferansan lidar bixe û di vê çarçoveyê de kar bike.

Tevî ceribandina sala 2013'an û hebûna hin nakokiyan di navbera hin partiyên Kurdan de, atmosfera siyasî û leşkerî ya li Rojhilata Navîn, pêkanîna kongre û yekîtiya neteweyî li ser Kurdan ferz dikin. Rayedarên KNK'ê balê dikişînin ser vê xusûsê û destnîşan dikin, ku ew dixwazin hêzên siyasî yên Kurd li dora xala hevpar, ku ev jî Kurdistan e, li hev bicivîne.