KNK ji bo yekîtiya netewî bi rewşenbîrên Kerkûkê re civiya

KNK a ji bo yekîtiya netewî piştî li gel partiyên siyasî civiya, niha jî li gel rewşenbîr û rûspiyan re hevdîtin lidar dixe. KNK piştî Dihokê û Hewlêrê bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên Kerkûrê re civiya.

Heyeta Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ya ku ji bo gotûbêkirina platformekî hevpar a ji bo lidarxistina Kongreya Netewî hevdîtina li gel partiyên siyasî yên çar parçeytên Kurdistanê re kirin û şûnde tûra hevdîtinên xwe yên bi rewşenbîr, nivîskar, pêşmergeyên Dêrîn û rûspiyan Başûrê Kurdistanê re dewam dike, îro li Hewlêrê bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyan re jî civiyan. KNK piştî hevdîtinên li Dihok û Hewlêrê û şûnde bi rewşenbîr, nivîskar û rûspiyên Kerkûkê re jî civiya.

Heyeta KNK’ê ya ji Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, Endamê Konseya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, Endamên KNK’ê Dr. Yûsif Kerkûkî, Salîh Kerkûkî û Fehat Doskî pêk tên , bi waliyê berê yê Kerkûkê Ebdurehman Mistefa, akademîsyen Dr. Endan Zengene, Dr. Dilşad Omer, Berpirsê Tevgera Goran ê Kerkûkê Mihemed Goldereyî, nivîskar û serokên eşîretan re civiya.

JI KERKÛKÊ DAXWAZA PIŞTGIRIYÊ

 Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade yê di civînê de axivî spasiya hemû beşdarvanan kir , diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyekî hesas re derbas dibe û ji bo ji demekî wiha re bibin rêyek ketine ser rê. Kemalîzade têkildarî hevdîtinên çar paçeyên Kurdistanê agahî parvekir û got: “Ji bo ji xeterî û gefên derve re bibin yek deng me dest bi xebatên yekîtiya netewî kiriye. Yekîtiya me ne li dijî tu kesane, tenê mafê gelên xwe bi yek dengî ji bo cîhanê qîr bikin. Li vir ji bo li Kerkûkê yekîtiya netewî qîr bikin , em hatine piştgiriya we û pêşniyarên we bigirin.”

JI BER KU YEKÎTIYA ME TINEBÛ KU QETLÎAM LI SER ME TÊN KIRIN

Piştî Kemalîzade Dr. Kamûran Berwarî mafê axaftinê girt, destnîşan kir ku KNK organîzeya herî mezin a Kurdan a li cîhanê ye û wiha pêde çû: “Em jî bi vê wesîleyê ji bo yekîtiya netewî pêk bînin, ketine ser rê. Îro em ji bo vê li pêşberî we ne. Herêma em niha lê dijîn di heman demê de erdnîgariyekî jenosîdê ye. Weke hûn hemû dizanin dubare nakim. Lê beriya çenda salan jenosîda li ser Êzidiyan hate kirin, beriya wê bi çenda salan Enfal pêk hat, ji ber ku yekîtiya me ya netewî nebû ev hatin pêkanîn.

Berwarî yê ku diyar kir ku bi tena serê xwe pêkanîna yekîtiya netewî ya partiyên siyasî ne mimûkne û got: “Ji bo vê em ev rol girt ser milê xwe. Ji beriya niha di civîn, xebat û konferansên me lidar xistin de jî biryara platformekî hevpar dabû. Niha jî em dixwazin vê platformê pêk bînin û em piştiriya we dixwazin.”

‘DIVÊ EV XEBAT BI ENCAM BIBE’

Piştî axaftinên ji aliyê heyeta KNK’ê ve hate kirin û şûnde, kesên beşdarî civînê bûne mafê axaftinê girtin û têkildarî yekîtiya netewî firkir û nirxandin kirin:

Li vir rojnamevan Omer Xerîb mafê axaftinê girt û got: “Divê KNK encamên xebatên xwe bi awayekî hê zelaltir derxe pêş û makanîmayekî çêker birêve bibe. Ji bo encamgirtina xebatê ev neçar e.”

 ‘EM DIXWAZIN BIHIHÊJIN ENCAMÊ’

Piştre Bûrhan Çardexî axivî pêşniyar kir ku divê xebatên KNK’ê ne tenê bi hinek deman ve sînordar bimîne û belavî giştî bê kirin.

Semîr Xan jî got: “Divê êdî xebatên yekîtiya netewî bigihêje encamê. Bê şik û goman ev xebat xebatekî gelekî girîng e. Xebatekî mîna vê sala 2013’an jî pêk hatibû. Lê negihişt encamê. Ji ber ku fikarên partiyan derketibû pêş. Ji bo ku ev xebat bigihêje encamê, divê berjewendiyên yekîtiya netewî bê pêşiya berjewendiyên partiyan, hêzekî çêker bangorê li ser partiyan bike hebe.”

‘DIVÊ YÊN KU YEKÎTIYÊ XIRABIKE BÊN TEHŞÎRKIRIN’

Serokê eşîreta Zengene Osman Ebduremhan jî wiha got: “Ev sed sal in dixwazin em tine bikin. Me di nava her şert û mercan de xwe parast. Heta nuqteyekê em serketin. Di vê sedsalê de jî hê me nekariye em yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin. Êdî bes e. Ji bo vê xakê me berdêl da, em koçber bûn, me parlemento ava kir. Em dikarin yekîtiya netewî jî avabikin. Lê divê em ji bo vê jî cidî bin. Yên li hember vê jî derbikeve divê bi heman cidî bûnê tehşîr û mehkûm bikin.”

Civîan KNK’ê ya bi rewşenbîr, nivîkar, akademîsyen û rûspiyên Kerkûk re pêk anî bi pirs û bersivan dewam kir.

PLATFORMA GOTÛBÊJÊ DI 15'Ê TÎRMEHÊ DE YE

Di roja 12'ê Hezîranê de li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê çapemeniyê hatibû ragihandin ku wê ji bo avakirina platfroma gotûbêjkirina yekîtiya netewî ya Kurd bi partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê re dest bi civînan hatiye kirin. 3’yê Tîrmehê ji li Silêmaniyê heyeta KNK'ê bi daxuyaniyekê çapemeniyê di derbarê xebatan de agahî dabûn û biryar hatibû dayîn ku bi tevlîbûna 300-350 kesan di 15-16'ê Hezîranê de li Silêmaniyê wê platforma gotûbêjkirinê were lidarxistin.