KNK: Em komkujiya li Kortekê şermezar dikin

Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) qetlîama li Kortekê şermezar kir û bang parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê kir ku bila peywira xwe bi cih bînin.

Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî qetlîama li Kortekê şermezar kir.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 27’ê Hezîrana 2019’an de balefirên şer ên dewleta Tirk mîna di sala 2011’an de dîsa li Kortekê li wesayîteke sivîlan daye. Di vê êrîşê de sê hatine qetilkirin û pênc kes jî birîndar bûne.

KNK dibîne ku sûc û tawanên dewletên dagirker ên li Kurdistanê roje bi roj zêde dibe. Dagirker ji bo ku mirov ji herêmê derkevin, her roj gund û çiyayên Başûrê Kurdistanê bomberdûman dikin. Dewleta Tirk bi tank, top û balefiran êrîşî qadên sivîlan dikin û di van êrîşan de gelê herêmê tên qetilkirin û ev êrîşên wan bi plankirî ne. Ji ber bêdengiya Hikumeta Federal a Kurdistanê û parlementoya wê, ev êrîş didomin.

Komîteya Mafên Mirovan a KNK’ê bang li hemû hêzên siyasî, sivîl û civakî yên Kurd û Kurdistanê û yên li dîasporayê dikin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bila helwesta xwe diyar bikin û ji bo darizandin û lêkolîna van êrîşan bila dewleta Tirk li dadgehên wekî Lahey û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gilî bikin.

Em şehîdên vê qetlîamê bi hurmet bi bîr tînin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.”