KNK: Em ji bo çareserkirina nakokiyê amade ne

KNK’ê têkildarî şerê di navbera du hizbên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em ji bo çareserkirina nakokiyê, amade ne ku navbeynkariyê bikin.”

Duh danê siharê di navbera pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên a Kurdistan û Komeleya Şoreşgeran de şer derket. Di encama şer de du pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û hin pêşmerge jî birîndar bûn. KNK’ê duh derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê destpêkê şerê di navbera her du partiyan de şermezarkir û got: “Em vê kiryara kuştina zarokên Kurdan a bi destê Kurdan şermezar dikin. Em weke KNK’ê bang li hemû aliyên nakok dikin bi ruhê netewî û yekîtiya netewî li hemberî vê rewşa nayê xwestin tev bigerin. Bikaranîna çekê, wê tenê xizmeta dagirkerên Kurdistanê bike û birînên navxweyî yên bi dehan sal kûr bike.

Ev bûyer ne di berjewendiya her du aliyan de ye, tenê dijminên Kurd û Kurdistanê feyde ji van nakokiyane digrin. Ji bo dawîkirina aloziyê, KNK amadeye ji bo çareserkirina nakokiyan navbeynkariya her du aliyan bike.”